Jinên Efrînê: Em rê nadin ku xeyalên dagirkeriyê pêk bên

  • 09:05 23 Cotmeh 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbûn û niha li Kantona Şehbayê bi cih bûne, êrîşên pêvajoya Efrînê bi bîr xistin û bang li raya giştî kirin ku carek dinê çavê xwe ji qirkirina nijadiya ser kurdan tê ferzkirin re negirin.
 
Dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hinceta şerê li hember ‘terorîstan’ sivîlên herêmê hedef digire. Ev yek li Efrînê jî dibin navê oparesiyona 'Şaxa Zeytûnê' de kirin û hîna kirinên wan ên revandina jin û zarokan berdewam in. Îro jî heman  kiryar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê operasyona ’Kaniya Aşîtiyê’ dubare dike. Di êrîşên qirkirina nijadiya ser gelê kurd de gelek sivîl hatin qetilkirin, gelek jî birîndar bûn. Di bin xirabeyan de hîna jî cenazeyên jin û zarokan hene. Yên ji warê xwe bûn û niha di dibistanên Hesekê û Herêma Cizîrê de bi komî dijîn. 
 
‘Ez di êrîşên li ser Efrînê de birîndar bûm’
 
Emîne Seîd komkujiyên dewleta tirk li Efrînê kiriye bi bîrxist û wiha got: “Dewleta tirk di bin navê operasyona 'Şaxê Zeytûnê' de êrîşî gelê Efrînê kir. Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe di bajar de bi aramî dijiyan, dev ji berxwedan û erdê xwe bernedan û heta dawiyê li dijî êrîşan sekinîn. Di êrîşên ser Efrînê de bi xwe jî birîndar bûm. Ez ji zikê xwe giran birîndar bûm, lê dîsa me berxwedana xwe domand.”
 
‘Em kurd bi serhildêriyê tên nasîn’
 
Emîne destnîşan kir ku tiştên li Efrînê pêk hatiye îro li Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Efrînê bi navê ’Şaxê Zeytûnê’ êrîş dikir, lê darên zeytûnê tevahî hilgirtin û talan kirin, îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê ’Kaniya Aşîtiyê’ gelê sivîl hedef digire û xwîna wan dirjîne. Bi dagirkirina Efrînê û talankirina axa wê têrnebû, xwest li Rojhilatê Firatê jî heman dagirkeriyê bike, ax û gelê wir talan bike. Bi çekên qedexekirî êrîşî zarokan dike û wan dişewitîne. Kîjan wijdan vê qebûl dike. Bedena zarokan bi fosforê dişewtînin. Li hemberî hemû hovîtiyê jî em ê gelê Efrînêyê berxwedana Serdemê em ê piştgirî bidin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber ku em kurd bi berxwedan û têkoşînê tên naskirin, tu carî teslîmkariyê qebûl nakin."
 
‘Ez rû bi rû bi birîna xwe dijîm û êşa wê tehmûl dikim’
 
Ferîde Muhemed a ku di şerê Efrînê de birîndar bûyî û heya îro hê birîna wê necebiriye jî hêrsa xwe ya li hember êrîşan wiha rave kir: “Em sivîl bûn. Erdogan êrîşî me kir û em jin û zarok hedef girtin. Me çi bi dewleta tirk kiribû, ne me êrîşî erdên wî kiribû, ne jî êrîşî gelê wir kiribû. Em kurd ser erdê xwe dijîn, tenê me mafê xwe yê jiyanê xwestiye. Ji ber êrîşên Erdogan yên faşîst roj bi roj ez bi birînên laşê xwe re dijîm. Em bi darê zorê ji cihên mala me derxistin û me jî berê xwe da Şehbayê. Çete anîne di mala me de bicîh kirine. Niha jî êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û li wan deveran xwîna sivîlan dirije. Ew bê dîn û îman in, ma dewletên navneteweyî jî dengê xwe li wan nakin. 
Bes e êdî ji bêdengiyên dewletên navneteweyî re bese ji kuştinê re.”
 
‘Bila cîhan çavên xwe ji êrîşan li ser gelê kurd negire’
 
Fîdan Cûban jî diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar man  ji Efrînê derketin lê dîsa jî ji êrîşan xilas nebûn û wiha domand: “Piştî berxwedana me li dijî êrîşan, me berê xwe da navçeya Şêrewa lê em li wê jî ji topabaranê xilas nebûn û 3 obîs mala me hedef girt. Lingê min birîndar bû û dayîka min jiyana xwe ji dest da. Em sivîl bûn tu gunehê me tunebû ku wisa bibe ji serê me. Banga me ji dewletên navnetewî re heye ku çavên xwe li êrîşên qirkirina gelê kurd negirin û gelê sivîl ji kiryarên Erdogan yên qirêj xilas bikin. Bila cîhan çavên xwe ji êrîşan li ser gelê kurd negire.”