Jinên Efrînê: Berxwedana Efrîn û Cizîrê berxwedanek pîroz û bi rûmet e

  • 11:34 23 Cotmeh 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk bûne axivîn û gotin: "Berxwedana me ji dagirkeriya dewleta tirk bi hêztir e."
 
Bi sedan şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk daketin qadan û bi dirûşma "Nebin hevkariya dagirkeriya Tirkiyeyê" meşek girseyî li kampa Serdemê li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûne nerazîbûna xwe û helwestên xwe anîn ziman.
 
'Em nahêlin dewleta tirk vîna me bişkîne'
 
Emel Ebid El Rihman êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar dikin û em nahêlin ku dewleta tirk vîna me bişkîne. Em kurd li her derê wekhev in. Êrîşek li ku derê pêk were ew êrîş li ser me hemû kurdan e. Ji bo wê em ê her dem li berxwe bidin û dev ji berxwedana xwe bernadin."
 
'Berxwedana Cizîr û Efrînê berxwedanek pîroz û bi rûmet e'
 
Qudret Bekir behsa berxwedana Gelê Kurd kir û wiha got: "Berxwedana me ji dagirkeriya wan bi hêztir e. Em kurd piştgiriyên hevdu dikin tu alîkarî ji kesî naxwazin. Erdê me wê ji dagirkeriyê re nemîne û wê dagirkeriya tirk têk biçe. Berxwedana Efrîn û Cizîrê berxwedanek pîroz û bi rûmet e. Em ê hemû axa Bakur û Rojhiltata Sûriyeyê ji faşistê rizgar bikin. Em xeta berxwedanê bernadin heta dilopek xwîn di laşê me de hebe."
 
'Baweriya me bi hêzên zarokên me hene'
 
Dayika Emîne Hisên helwesta xwe wiha anî ziman: "Em ê bi ser bikevin. Baweriya me bi hêza zarokên me hene. Em kurd yek in.Erdogan bi êrîşên xwe nikare me ji hev qut bike û me talan bike. Înşallah malê Erdogan jî weke malên me xirab û talan bibe. Berxwedan wê helbet li dijî dagirkeriyê bi ser bikeve.”
 
'Îradeya me ji bazarên wan xurtir e'
 
Xatûn Muhemed jî bal kişad berxwedana Gelê Kurd û wiha domand: "Em di bin baranê de derdikevin û êrîşên dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin. Ne baran ne jî serma berxwedana me asteng nake. Îro dewlet hemû kom bûne û bazarê li ser erdên me çêdikin, lê bila tevahî dewlet jî baş bizanibin, nikarin li ser îradeya me bazaran bikin."