Xwandekarên Tirbespiyê: Em dixwazin azad bijîn
- 12:59 23 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li hemberî êrîşên dewleta tirk û komên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran mamoste û xwendekarên bajarê Tirbespiyê daketin qadan û meşek li dar xistin. Meş li ber deriyê dibistana Şehîd Hesan dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr geriyan.
Meşvanan wêneyên têkoşerên Berxwedana Rûmetê, wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku bûn hedefa êrîşê dewleta tirk hilgirtin. Di heman demê de pankertên bi nivîsên "Em dixwazin azad bijîn", "Na ji kuştina zarokan re" bilind kirin. Meş li qada Azadî bi tevlîbûnek girseyî veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê Xwendekara bi navê Dilvîn Silêman ve hate xwendin.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:
“Li ser navê xwendekarên bajarê Tirbespiyê, em kiryarên dewleta tirk û bêdengiya cîhanê şermezar dikin. Dewleta tirk di êrîşên xwe de zarokan bi çekên kîmyewî dikuje. Zarokan ji mafê wan yê xwendin û lîstikê dûr dixe. Car din jî cîhan çavê xwe li hemberî van kiryaran digire.
Em wek xwendekarên bajarê Tirbespiyê bang li mafê mirovan dikin ku êrîşên dewleta tirk rawistîne û mafê zarokan biparêzin.”
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava” û “Bimre qatil Erdogan" bi dawî bû.







