Eren Keskin serbest hat berdan

  • 13:35 23 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn ku duh êvarê polisan bi ser mala wê de girtibûn, çû Edliyeya Anadolûyê û îfade da. Eren piştî dayîna îfadeyê hat berdan.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku duh êvarê polisan bi ser mala wê de girtibûn, çû Edliyeya Anadolûyê ku li navçeya Kartalê ya Stenbolê ye û îfade da. Eren piştî dayîna îfadeyê hat berdan. Navenda Giştî ya ÎHD'ê li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî ragihand: "Di çarçoveya giliyeke derbarê parvekirinên li ser medya civakî de, li Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji "propagandaya rêxistinê" îfadeya Hevseroka me ya Giştî Eren Keskîn hatiye girtin. Tu daxwazeke tedbîrê nehatiye kirin. Ji hemû kesên piştevaniyê kirin re spas."