Li taxa xerbî ya Qamişloyê teqîn pêk hat

  • 13:35 23 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Li taxa xerbî  ya bajarê Qamişloyê li pêşiya navenda Haniza ya perwerdeya şagirtan teqîn pêk hat.
 
Li bajarê Qamişloyê li taxa xerbî erebeyeke hat teqandin. Erebe li pêşiya navenda Hanza ya fêrkirina şagirtan hat teqandin. Li gor agahiyan tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye û birîndar jî tune ne. Tenê zerar gihaştiye erebeyê.
 
Niha jî hêzên ewlehiyê derdora cih dorpêc kirine.