Şêniyên Til Temirê lehengê Berxwedana Rûmetê oxir kirin
- 13:54 23 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi sedan ji şêneyên navçeya Til Temirê yek ji lehengên Berxwedana Rûmetê bi merasimekê oxir kirin.
Di 9’ê Cotmehê de Artêşa Tirk û komên girêdayî wê êrîşî Kelha Berxwedanê kirin. Di encamê de bi sedan şehîd û birîndar hene. Tevî ku agirbest hatibû îlankirin jî, lê dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Serêkaniyê û gundê Um El-Xêr ê girêdayî Zirganê kirin, tê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.
Îro bi sedan ji şêneyên Til Temirê li Goristana Şehîdên Til Temirê kom bûn û bi merasîmek heybet yek ji Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mîlad Mihemed Dawûd oxirî axa pîroz kirin.
'Em xaka xwe ji talankirinê biparêzin'
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Şêxmûs di destpêkê de sersaxî ji hemû Malbatên Şehîdan xwest û wiha domand: "Dijmin li dijî hebûna gelan destê xwe xistiye destê hev û komployan pêk tîne. Bi saya şehîdên me em ê dawî li komployên wan bînin. Helbet ji bo jiyanek azad û bi rûmet, ji me tê xwestin ku em qelenên giranbuha bidin. Divê em erka xwe bi cîh bînin û xaka xwe ji talanî, xerabî û dagirkirinê biparêzin."
Ji aliyê Endamê Saziya Malbatê Şehîdan Elî Ferhan wesîqa Şehîd Mîlad Dawûd xwend û radestî malbatê kirin. Têkoşerên azadiyê li ser milê dayikan û bi tilîliyên dayikan spartin axê.







