Gulîstan Kiliçkoçyîgît: Ev bajar tu carî têk neçûye
- 15:22 23 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di di meş û çalakiya rûniştinê ku li dijî tayînkirina qeyûman û êrişên dewleta tirk li Ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê hat kirin de axivî.Gulîstan wiha got: "Vî bajarî di demên herî zahmet de têkoşîn daye û têk neçûye. Gotineke heye, dibêjin: Her kes diçe Kurdistanê Seferê lê bi ser nakevin."
Li Amedê îro bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokên Giştî yên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongdeya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigît û hemû parlamenteran li dijî tayînkirina qeyûman û li dijî êrişên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber Plaza AZC li Ofîsê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de polîsan hemû rêyên diçûn Plaza AZC bi TOMA û maşîneyên zirxî girtin. Hevserokên HDP, KDC, HDK saet di 12.00’an li gel parlamenter û rêveberan bi derûşmeyan hatin Kolana Hunerê. Hevserokan diyar kirin ku wê di pêş Plaza AZC'ê daxuyaniyê bidin û xwestin bimeşin pêş Plaza AZC'ê. Lê polîsan rê li pêş komê girt. Piştî hevdîtinan Girse bi dirûşma û çepikan meşiya pêş Plaza AZC'ê û li vir daxuyanî hat dayîn.
'Ev dorpêç wêneyê tirsê ye'
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li vir bertek nîşanî polîsan da û got: “Em ê di bin van dorpêçan de nejîn. Em dê van dorpêçan bişkînin. Em li vir tevî gelê xwe li kolanan in. Ev bajar bajarê me ye. Ji ber vê yekê em li Amed Wan û Mêrdînê ne. Em dibêjin Amed, Mêrdîn û Wan ya me ye. Me biryar dar ku 3 rojan tev li xebatên meclîsê nebin. Em îro li Amedê ne. Dema hikûmet qeyûm tayini şaredariyan bike bêdengî û sersariya meclisê nayê qebûlkirin. Qeyum tundî û zilm e. Pergala faşizmê ye. Em ve yekê qebûl nakin. Em bêdeng namînin. Gelê Kurd li pişt me ye. "
'Dema bibêje aştî dizane wê têk biçe'
Piştre Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û got ku wê têkoşîna wan ya hiqûqê li dijî qeyûman berdewam bike. Gulîstan wiha berdewam kir: "AKP ji bo serweriya xwe berdewam bike êrişî Rojava dike, dîsa tayînkirina qeyûman û girtina endamên meclisên şaredariyan jî nîşan dide ku ev AKP xwe bi zilma dike li ser piyan digire. Tu fikreke vê dewletê ya aştiyê tune ye. Dizane ku dema bibêje aştî wê têk biçe û ji ber vê êrîşî Gelê Kurd dike."
Piştî axafitnên hatin kirin parlamenter û kesên li gel wan çalakiya rûniştinê li dar xistin.
Piştî çalakiya rûniştinê girse bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Amedê li kolanên Ofîsê belav bû.







