Konê çalakiyê li navçeya Çelebiyê di roja sêyemîn de didome

  • 15:46 23 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Konê çalakiyên mertalên zindî ku li navçeya Çelebiyê bi mabesta parastina axa xwe li dijî êrîşên dewleta tirk hatibû vedan di roja xwe ya sêyem de didome. Axaftvanan soza xwe ya bi cangoriyan re nû kirin û wiha gotin: "Me bi dehezaran zarokê xwe fedayî vê axê kirin. Em îro carek din soz didin ku xwedî li doza wan derkevin."
 
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê ji qada jina azad bi karwanê maşîneya berê xwe dane navçeya Çelebiyê ji bo ku beşdarî nobeta îro ya kon bibin. Di 11'ê Cotmeha 2019'an de konê çalakiya mertalên zindî li pêşiya navenda koalisiyonê hatibû vedan. Piştî ku hêzên koalîsyonê xwe ji herêmê vekişandin û şûnde dewleta tirk bi balafirên şer û obîsan ev herêm topebaran kirin. Piştî topebaranê gel neçar man ku navber bidin nobeta konê mertalên zindî. Piştî navberdayîna kon û şûnde ev bû sê roj in ku kon li Xerabişkê li qada şehîd Gelhat li navçeya Çelebiyê ku girêdayî Kantona Kobanê ye hatiye vedan. Di roja yekemîn de gelê Minbicê nobedarîya kon kirin. Roja duyem navçeya Çelebiyê bû û îro jî gelê Bajar û gundewarên Kobanê nobedariya kon dikin.
 
Kon bi wêneyê şehîd Hevrîn Xelef û sivîlên ku di berxwedana rûmetê ya Serêkaniyê de ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê bi çekên qedexekirî jiyana xwe ji dest dane. Pankartên bi nivîsa "Em ji hêzên navneteweyî banga çavdêriya li ser herêmê xwe dikin û mîsogeriya vegera welatê xwe dikin",  "Em ji hêzên navdewletî daxwaza derxistina çeteyên Erdogan  ji herêmên xwe dikin û ji bo komkujiyên ku çêdibin sînorek bê dayin" û "Bimre dagirkerî bijî berxwedan" hatibû xemilandin. Gelê Kobanê ji qada jina Azad bi maşîneyan heta navçeya Çelebî hatin û beriya bigihîjin navçeyê, gel ji maşînên xwe peya bûn û bi meş derbasî cihê çalakiyê bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
 
'Em ê sozên xwe pêk bînin'
 
Li ser navê Kongara Star Semîra Ehmed û li ser navê meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismail axivîn û  wiha gotin:"Îro em li vê derê soza xwe li hemberî şehîdan dubare dikin. Em ê li hemberî faşîzma Erdogan her tim di nav liv û tevgerê debin. Em dev ji axa xwe bernadin heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê.  Em ê bi hêz û îradeya xwe li ber xwe bidin. Dewleta tirk êrîşek hovane li ser Kantona Girê Spî û Serêkaniyê dide meşandin. Gelê van bajaran hemû koçber bûn û yên ku xwestin di malên xwe de jî bimînin hemû hatin qetilkirin û yên ku mane jî hemû tên kuştin û her şêwayê dijmirovahiyê li ser wan tê meşandin. Lê ew soza ku me daye şehîdan em ê pêk bînin û em ê deskeftiyên xwe ji dest nedin."
 
'Êrîşên li ser me êrîşên hovane ne'
 
Li ser navê partiyên siyasî Bekir Hecîs û li ser navê Bajarokê Sirînê jî Silêman Geşîş bal kişandin ser berxwedana rûmetê û wiha pê de çû: "Ev êrîş êrîşek hovane ye û komkujî ye. Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin şerê cîhanê yê sêyemîn li ser axa me û li Rojhilata navîn bidin meşandin. Em bang li raya giştî dikin ku çavên xwe ji van êrîşên hovane negirin û bi me re bibin yek û li dijî dijminê mirovahiyê bisekinin. Îro li her derê zarok têne kuştin û jiyana mirovan dikeve xeteriyê, gel ji malên xwe û welatê xwe koçber dibin. Bi hêza şervanan û gel em deskeftiyên xwe carek din bi dest bixin û em ê Rojava ji dewleta tirk û çetên wê re bikin goristan."
 
Paşê gel dirûşma "Bimre dagirkerî bijî berxwedan" berz kirin 
 
Konê çalakiya mertalên zindî bi nobetan berdewam dike.