‘Divê jin mekanîzma parastina cewherî ya cîhanê dihejîne pêş bixînin’

  • 09:07 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Emîne Tekîner diyar kir ku kampanya wan ya ‘tu jî rabe ser piyan’ ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne û diyar kir ku armanca wan ev e ku mekanîzmayeke parastina cewherî ya ku cîhanê dihejîne pêş bixînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî şîdet û qetilkirina jinan, îstîsmara zarokan û talana xwezayê kampanya 6 mehan a bi navê ‘ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ dabû destpêkirin û kampanya didome. Aktîvîsta TJA’yê ya Rihayê Emîne Tekîner, der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Werin em dengê xwe bi hev re bilind bikin’
 
Emîneyê destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyayê de di esasa xebata 3 mehan de li ser rêxistinbûna jinan sekinîne û çûne taxan bi gel re civîn kirine. Emîneyê wiha got: “Li herêma Rihayê li hember jinan polîtîkayek taybet tê meşandin û girêdayî vê êrîşên cidî li hember jinan pêk tên. Di esasa van êrîşan de feraseteke ku îradeya jinê tune dihesibîne heye. Di vê çarçoveyê de em bi kampanya xwe ketin pêvajoyek rêxistinkirinê ya nû. Li taxan jin zextan dijîn û li dijî vê nikarin dengê xwe bilind bikin. Di çarçoveya kampanyayê de em bi îfadeyên weke ‘Em jî dixwazin ji derveyê malê xwe di xebatan de bibînin’ hatin rû hev. Ev jî mirovan di alî motîvasyonê de xurt dike. Em wek TJ’yê bang li hemû jinên cîhanê dikin; Werin em nasnameya xwe danîn holê û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Divê hemû jin parastina cewherî pêş bixînin’
 
Emîneyê destnîşan kir ku çarçoveya kampanyayê ya mehê parastina cewherî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me der barê vê de xebat da destpêkirin. Em bi jinan re tên cem hev û parastina cewherî nîqaş dikin. Di civakê de parastina cewherî wek êrîşa fîzîkî tê fêmkirin lê ev rêbazeke parastinê ya li dijî ziraran e. Divê ev mijar baş bê rûniştandin. Di vê çarçoveyê de me perwerdehiyên xwe pêk anîn. Em hedef dikin ku bi saziyên jinan re bibin yek û têgeha parastina cewherî bidin fêmkirin, bikin pratîkê. Li gorî me parastina cewherî li dijî pirsgirêka zîhniyetê pêş ketiye. Em nîqaş dikin ku li gundan li navçeyan jî bi jinan re bên cem hev û vê mijarê vebêjin. Di vê nokteyê de divê hemû jin parastina cewherî pêş bixînin.”
 
‘Şoreşa Rojava rewşa herî şênber a parastina cewherî ye’
 
Emîneyê bi lêv kir ku têkoşîna li Rojava bi pêşengiya jinê pêş ketiye di esasê de têkoşîna parastina cewherî ye û ev tişt bi lêv kir: “Êrîşên DAIŞ’ê ne tenê li hember jinên Rojava li hember hemû jinên Rojhilata Navîn bû. Jinan hebûna xwe di Şoreşa Rojava de pêk anîn. Li Kobanê Arînan, Avestayan ji bo jin û civakê, parastina cewherî pêk anîn û bedelên cidî dan. Şoreşa Rojava rewşa herî şênber a parastina cewherî ye.”
 
‘Divê em li her qadê li dijî şer deng derbixin’
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên li hember Rojava îro jî didomin. Ev êrîş di heman demê de li hember destkeftiyên jinan bûn. Qetilkirina hevala me siyasetmedara jin a Kurd Hevrîn Xelef jî mînaka herî şênber e. Yên civakê diguherin jin in, yên şer didin sekinandin jî jin in. Em tevgera jinan jî divê mîsyona pêşengiyê di vê nokteyê de pêk bînin. Divê em jin li dijî şer refleksa parastina cewherî pêk bînin. Divê li her qadê em li dijî şer deng bilind bikin.”