Jinên Erdîşê:Tayinkirina qeyûman neçariya hikûmetê ye

  • 09:12 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê bertek û nêrazîbûn berdewam dikin. Jinên Erdîşê nêrazîbûn nîşanî tayinkirina qeyûm dan û gotin ku wê roj were ew zilma îro dê bibe roja hesabpirsinê. 
 
Li Tirkiyeyê piştî 19'ê tebaxê  3 şaredariyên  bajarên mezin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Piştî sê bajarên mezin şaredariya Colemêrg, Nisebîn, Gever û Erdîşê ji hatin desterkirin û hevşaredar hatin girtin. Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a 15’ê Cotmehê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçavkirin li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê bi îdîaya ‘endama rêxitinê ye’ hat girtin. Jinên Erdîşê bertek nîşanî tayinkirina qeyûman dan û gotin ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gelan bêdeng nemînin. 
 
‘Em ê her tim bi gelê xwe re bin’
 
Alîkara hevserokatiya  şaredariyê Kader Yîgît anî ziman ku her çiqas şaredarî bihatibe desteserkirin jî ew ê bi gel re xebatên xwe bidin meşandin û wiha axivî;” Li Erdîşê HDP’ê bi dengekî mezin şaredarî qezenc kir. Lê mixabin ji aliyê AKP’ê ve îtîraz hat kirin. Lê li tevî hemû astengiyan HDP dîsa ser ket. Lê em dikarin bibêjin di wan rojan de jî hat xwestin ku şaredariyê xesp  bikin, lê negihişt armanca xwe.  Di 19 tebaxê de sê şaredariyên bajarên mezin ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Niha ji navend û navçeyên me hatine hedefgirtin û hatine desteserkirin. Em desteserkirina şaredariyên me bi tu awayî qebûl nakin û şermezar dikîn. Di 5 mehan de şaredariyên ku nikarîbû xebatek bike şaredariyên HDP’ê kirin. Wekî ku serdema berê di vê serdema nû de jî di xebatên şaredariyê de herî zêde xebatên jinan hebûn. Em baş dizanîn ku ji yekem hedefên qeyûman dê bibin deskeftiyên jinan. Lê em jin dê hişmendiya  qeyûman tu caran qebûl nekin û em dibêjîn ku kesên ku hilbijartinan hat divê bi hilbijartinan biçe. Dibe ku şaredariyên me hatibin desteserkirin, lê em ê her tim bi zanista şaredariyên gel  bi gelê xwe re bin.” 
 
‘Dê roj were ew rojê dê bibin rojên hesabdayînê’
 
Endama meclîsa şaredariyê Ayfer Sayat ji bi lêv kir ku  armanca qeyûman tunekirina deskeftiyên jinan e û wiha pê de çû;” Di HDP’ê de sedî sed mafê jinan û deskeftiyên jinan esas tên girtin. Di şaredariyê  me de bi taybetî ji bo jinan qad tên vekirin û bi vê rêbazê dest bi şaredariyê kirine. Lê gava ku em îro dinêrîn şaredariyên me dîsa hedef tên girtin. Çima? Ji ber ku AKP ji deskeftiyên jinan û ji hêzbûyina jinan ditirse. Qeyûmên ku tên ji xebata wan a destpêkê dibe sekinandina xebatên jinan. Em jin di her qadên civakî de cih digirîn. Rast e şaredarî ji bo pêşxistina xebatên jinan  ji bo me baş bû. Lê şaredarî nebin jî em jin dikarin li her deran xebatên xwe bi rê ve bibîn. Qeyûm nikarin xebatên me bidin sekinandin. Em tu wextan nasekinin û em jin  li her deran e. Dê roj were ew rojê dê bibin rojên hesabdayînê.”
 
‘Tayinkirina qeyûman ne  edaletî ye, ne hiquqî ye  û ne ji demokrasî ye’
 
Hatîce Yildiz jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û got ku li Tirkiyeyê li ser navê demokrasiyê tiştek nemaye û wiha axivî;” Di hilbijartinên 31’ê adarê de xebatên pir girîng hatine meşandin. Kedeke mezin hate dayîn û gel di hilbijartinan de biryara xwe dan.Bi hezaran dengan em ser ketin. Gel dengê xwe da xwe û xwedî li vîna xwe derket. Niha ji hatine şaredariyên ku bi kedeke mezin hatine destxistin tên desteserkirin. Şaredarî bi vîna gel hatine hilbijartin. Tayinkirina qeyûman ne  edeletî ye, ne hiquqî ye  û ne jî demokrasî ye. Me digot edalet, me digot demokrasî û me digot vîn. Ka demokrasî û ka vîn? Tayinkirina qeyûman tunehesibandina vîna gel e. Em jinên Erdîşê vî tiştî qebûl nakin. Dîsa şaredarî ya me ye, vîn a me ye. Me ew şaredarî bi keda xwe qezenc kirin. Em li vir in, yan gel li vir e? Qeyûm neçarî ye, qeyûm ne vîna gel e. Gava ku dibêjin qeyûm gel direve. Qeyûm bi rastî jî dizî ye. Em dîsa serbixwe ne, em ne bindest in. Em xwedî hêz in û em tu caran dev ji têkoşînê bernadin.”
 
‘Pêwîst e ku bi taybetî jin xwedî li hevşaredar û şaredariyên xwe derkevin’
 
Endama meclîsa şaredariyê Derya Kanpolat jî diyar kir ku divê jin xwedî li şaredariyên xwe derkevin û wiha dom kir;” Em ji vê pêkutiya hikûmetê matmayî neman. Wekî her gav îro jî vîna gelê kurd hate xespkirin. Destpêka hilbijartinê de îtîraz kirin dîsa şaredarî qezenc nekirin, pişt re gotin hevşaredar KHK ye dîsa qezenc nekirin, çareya wan nema û qeyûm avêtin ser şaredariyê. Li Erdîşê bi salane xebatên ku nehatine meşandin di 5 mehan de hatin meşandin. Pêwîst e ku bi taybetî jin xwedî li hevşaredar û şaredariyên xwe derkevin. Ji ber ku ked û vîna jinan hate xepkirin.” 
 
‘Xwedê zilma wî serê wî de hilweşîne’
 
Kişmiş Kandemîr jî destnîşanî tayinkirina qeyûman kir û got ku tayinkirina qeyûman zilm e zordestî ye û wiha got:” Em tayinkirina qeyûman rexne dikin û em qebûl nakin. Em ji bo dengekî mal bi mal digerin. Dengek bi xwînê tê qezenckirin. Lê hikûmet bê sedem dikare şaredariyên me xesp bike. Em vê zilm û zordestiyê qebûl nakin.Gava ku şaredarî destê HDP’ê de me her giliyek xwe dikir, lê piştî ku qeyûm hat em êdî nikarin bikevin şaredariyan. Ew kesên ku vîna min xesp kirî ez ê çawa herim pirsgirîkên xwe ji wan re vebêjim? Xwedê zilma wî serê wî de hilweşîne.”