Selma Gurkan:Divê DYA û Rusa destê xwe ji herêmê bikişînin

  • 10:08 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan diyar kir ku ji bo di serî de Rusya û DYA hêzên biyanî destê xwe ji herêmê bikşînin, Tirkiye nebe hevkarê dagirkirina Sûriyeyê, hêzên xwe yên leşkerî bikşîne û divê têkoşînek bi biryar bê meşandin.
 
Di roja dawî ya agirbesta ku piştî operasyona Tirkiyeyê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat destpêkirin û şûnde agirbest bi navbeynkariya DYA’yê hat îlankirin û piştî wê di navbera Rusya û Tirkiyeyê de mutabakatek ji 10 xalan pêk tê hat îmzekirin. Li gorî vê tê gotin ku mutabakat herêma Girê Spî û Serêkaniyê jî digire nav xwe, wê bê parastin û li herêma 10 kîlometreyî ya di navbera rojhilat û rojavayê herêmê de jî wê di dawiya 150 saetî de, dewriyeya Rusya-Tirkiyeyê dest pê bike. Ligel geşedanên Sûriyeyê, ji bo şaredariyên HDP’ê jî tayînkirina qeyûman didome. Di operasyona dawî de hevşaredarên HDP’ê hatin girtin.
 
Hevseroka Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan der barê pêvajoyê de nirxandin kir. Selmayê diyar kir ku ji roja biryara operasyonê hatiye dayîn şûnde diyar kirine ku ev biryar şaş e û got biryara opersyona Tirkiyeyê jî û agirbest jî di çarçoveya mutabakata DYA û Rûsyayê de hatiye girtin.
 
‘Ne pêkane ku demdirêj be’
 
Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku mutabakata ji 10 xalan pêk tê ya di navbera Tirkiye, DYA Û Rusyayê de pêk hatiye, der barê pêşeroja Sûriyeyê de ye û ev mutabakatên ku Tirkiyeyê bi zorê qebûl kirine û wiha got: “Polîtîka Tirkiyeyê ji xeta DYA û Rûsyayê dur neket. Desthilatdariya AKP’ê ev metnên mutabakatê di Serfermandariya Erdogan de wek serkeftin pêşkêş kir lê ev gava pêşîn a ku DYA û Rûsyayê ji bo çareseriyê pêşniyar kirine. Lê dema em bertekên li welat û şertên aborî yên welat li ber çavan bigirin, ne pêkane ku ev demdirêj be.”
 
‘Hêza ku hevsengiyê biguhere, aştiye’
 
Selmayê destnîşan kir ku nokteya hatinê ji bo gelên herêmê û çîna karkeran û gelên welat, erênî nikare bê destgirtin û peymana Tirkiye û Rusyayê bi van gotinan nirxand: “Hêza sereke ya ku vê hevsengiyê biguhere aştiye. Dive hêzên demokrasî û hêzên gel di esasa wekheviya gelan de têkoşîna xwe mezin bikin. Ev mutabakatên pêk hatine ne encamên pêwistin. Ev nayê wateya ku cerebandinên hêzê û pevçûnên bazarê bidawî bûne. Divê di serî de DYA û Rusya û hemû hêzên navneteweyî destên xwe ji herêmê bidin alî. Tirkiye nebe hevkarê dagirkirina Sûriyeyê, hêzên xwe yên leşkerî bikşîne divê têkoşînek bi biryar bê meşandin.”
 
‘Divê em hemû bi berpirsyariya dîrokî tevbigerin’
 
Selmayê daxuyakirin ku divê ji bo karker, kedaran, her tim bê navber rastî bên vegotin, li dijî emperyalîst û polîtîkayên hevkar bi israra wekheviya gelan bê parastin û di têkoşîna aştî û demokrasiyê de israr bê kirin. Selmayê wiha berdewam kir: “Ji bo her aliyê civakî û her aliyê siyasî di vê çarçoveyê de berpisyarî heye û divê em hemû vê berpirsyariya dîrokî bînin cih. DYA gava xwe şûnde davêje û dixwaze Rusya û Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê û Tirkiye bikevin aloziyê. Têkiliya ku Tirkiyeyê bi Rûsyayê re daniye dixwaze têkiliyên bi rejîmê re hatine avakirin xera bike. Her wiha Rusya jî di pêvajoyek wek vê de ye. Dixwaze têkiliya Tirkiyeyê bi DYA’yê re xera bikin, Tirkiye di xeta Rûsyayê de polîtîkayê bimeşîne. Divê Tirkiye polîtîkayeke ji berjewendiya emperyalîstan serbixwetir pêk bîne.”
 
Serlmayê balkişand ser tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên HDP’ê û da zanîn ku polîtîka qeyûman a li ser şaredariyên HDP’ê pêk tê, polîtîkayeke AKP’ê ya girêdayê polîtîka Sûriyeyê ye û da zanîn ku li dijî vê bêdengnemayîn û bilindkirina deng jî wek peywir dibînin.