Kongreya Star êrîşa li ser şervan Amara şermezar kir
- 10:33 24 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Koordinasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li ser şervana YPJ'ê Amara şermezar kir û da zanîn ku ew wek Kongreya Star, vê êrîşa li ser bedena jinê bi şidet şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin.
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nîvîskî kiryara êrîşên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê li ser şervana YPJ'ê Amara Rênas şermezar kirin û gotin: " Ev pêkanîna li ser bedena hevala Amara, carekedin rastiya zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê û şerê dagirkeriya dewleta Tirkiyê ya li hemberî şervantî, şoreşgertî û sîstema şoreşa jinê, derxistiye holê."
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:
Di 21'ê meha Cotmehê de şervana YPJ'ê hevala Amara ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi awayekî dijwar û hovane li ser bedena wê îşkence hatiye kirin û şehit hatiye xistin. Ev hovîtiya rûyê qirêj a çeteyên dagirkeriya Tirkan bi awayeke vekirî li ber çavên hemû cihanê hatiye kirin. Ev hovîtî û bê exlaqiya şerê çeteyên dagirkeriya Tirkan di heman deme de êrîşa li ser hemû jinên cihanê îfade dike. Jiber YPJ bûye mînaka artêşa parastina jinan û bûye malê giştî yê jinên cihanê. Ev rastî ji hemû cihanê re jî bi awayekî şênber daye ispatkirin.
Tirs û xofa dijmin a herî mezin, ji jinên parazvan, berxwedêr û şerger e
Ev pêkanîna li ser bedena hevala Amara, careke din rastiya zihniyeta çeteyên DAIŞ'ê û şerê dagirkeriya dewleta tirk ya li hemberî şervantî, şoreşgertî û sîstema şoreşa jinê, derxistiye holê ye. Tirs û xofa dijmin a herî mezin, ji jinên parêzvan, berxwedêr û şerker in. Ji ber vê tirsa xwe ya li hemberî jinên parazvan, şerker û berxwedêr rêbazên xwe yên dijmirovatiyê pêktînin. Li hemberî van pêkanînên wan tucarî paşde gav nayê avêtin û bila vê yeke baş bizanibin ku wê hêrsa jinan, têkoşîn û berxwedana jinan mezintir û berfirehtir bibe.
Em ê bi rêxistin û têkoşîna jinên berxwedêr tirsa dilê dijmin zêdetir bikin
Em wek Kongreya Star, vê êrîşa li ser bedena jinê şermezar dikin û bi tu awayî qebûl nakin. Her wiha, em bala hemû jinên cihanê dikşînin ser vê pêkanîna dij mirovî. Ji ber ev Êrîşa hovane û bêrûmet a çeteyên dagirkeriya dewleta tirkiyê, di şexsê hevala Şehîd Amara de li ser bedena hemû jinan hatiye kirin û divê em wisa bigrin dest. Têkoşîn û pêşketina jinan ji xwe re wek xeteriya herî mezin digrin dest û ji bo wê jî êrîşên xwe yên hovane bi taybet li ser bedena jinê didin meşandin. Em ê li hemberî vê zihniyete, asta rêxistinkirin û têkoşîna jinên berxwedêr û şerger hîn bilintir bikin û tirsa dile dijmin zêdetir bikin.
Di şexsê Hevrîn de xwestin şoreşa jinan tune bikin
Di heman demê de, em wek Kongreya Star bang li hemû cihanê û raya giştî dikin ku ev pêkanînên bi vî rengî sûcê mirovatiyê îfade dikin û ji bo vê sûcê mirovatiyê divê pêkanînên pêwîst, ji aliye jinên cihanê û raya giştî ve bên dayîn. Ev ne sûcê yekemîn e ku li ser bedena jinan tê kirin. Heman rêbaz bi awayeke xedar li ser bedena hevala Hevrîn jî pêk hat. hevala Hevrîn, taybet ji aliye çeteyên dagirkeriya dewleta Tirkan ve hatibû hilbijartin û pilankrin û di şexsê wê de xwestin şoreşa jinan tune bikin. Lê belê, divê ev pir baş were zanîn ku ev hovitiya wan li hemberî pêşketin û mezinbûna azadî, têkoşîn û berxwedana jinan wê tucarî nebe asteng.
Em ê li hember desthilatdariya zilam dengê xwe bikin yek
Li şûna her jineke berxwedêr parazvan, şervan û şerger wê bi hezaran keçen azadîxwaz û şopdarên wan hebin. Ji bo wê jî em vê hovîtiya dijminên xwînxwar ên li ser bedena jinan û li ser jiyana hemû civakê lanet û şermezar dikin. Carekedin em bala hemû jinên cihanê dikşînin ser şer û êrîşkariya li ser sîstema azadî û wekheviya mirovatiyê û divê em denge xwe li hemberî zihniyeta desthilatdariya zilam bikin yek û li dijî wê em jin hêza xwe mezintir bikin. Rêxistinkirin û mezinkirina jinên şerker, bexwedêr û têkoşînvan, wê bibe tol hildana hevala Amara. Her wiha, wê her dayîm têkoşîna rûmeta jiyanê û azadiyê xwe bidomîne û bibe bersiva dijminên xwînmij û dagirkeran.







