Zarokê wesayita zirxî lê da dibe ku seqet bimîne

  • 11:06 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyê, beriya 15 rojan maşîneya zirxî ya polîsan li zarokê bi navê Hamza Ogdem ê 7 salî qelibî û birîndar kir. Hamzayê ku heta niha carekê hat emeliyatkirin hîn rîska wî ya seqet bibîne heye.  
 
Li Taxa Karşiyaka ya navçeya  Silopiya Şirnexê, beriya bi 15 rojan maşîneyek zirxî ya polîsan ku du polîs tê de bûn li zarokê bi navê Hamza Ogdem(7) qelibî û birîndar kir. Maşîneya zirxî ya polîsan piştî li zarok da li cihê bûyerê nesekinî û çû. Hamzayê ku li cihê bûyerê giran birîndar bû malbata wî ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê  û hat emeliyatkirin. Hamza heta niha carekê hat emeliyatkirin û hîn rîska wî ya ku seqet bibîne heye. Di derbarê mijarê de dayika Hamza, Zeynep Ogdem axivî.
 
‘Kurê min dibe ku seqet bimîne’
 
Zeynep, bi lêv kir ku bûyer beriya 15 rojan li ber deriyê wan qewimiye û kurê wê ji wê rojê vir de nikare bimeşe. Zeynep, bi lêv kir ku maşîneya zirxî ya polîsan li kurê wê qelibiye nesekiniye û ji cihê bûyerê dûr ketiye. Zeynep, ev tişt got: “Kurê min li ser peyarêyê bû  maşîneya zirxî lê da. Dema  maşîneya polîsan li kurê min qelibî rewşa wî nebaş bû. Dema me rakir Nexweşxaneya  Dewletê ya Silopiyê bijîjkan ew kir emeliyatê. Ev 15 rojin em her roj tên nexweşxaneyê ji bo dermankirinê. Lê kurê min hîn rewşa wî xeter e. Ji ber ku dema cara yekem emeliyat bû nigê wî yê çepê ji gelek cihan şikiyaye. Bijîjkan 3 hesin kirine nigê kurê min. Kurê min niha gelek êşê dikişîne. Bijîjk niha ji me re dibêjin ku dibe kurê we careke din bê emeliyat kirin. Lê dema  di vê emeliyatê de jî kurê min baş nebe dê seqet bibîne û êdî nemeşe.”
 
‘Kurê min îro ji ber wan nikare bimeşe’
 
Zeynep, di berdewamiya axaftina xwe de got ew fikirîne ku rewşek cidî nîne û ji ber wê jî serlêdana sûc nekirine. Zeynep, got niha ji ber wan du polîsan jiyana kurê wê dibe ku di xeterê de be û kurê wê seqet bibîne û wiha got: “Roja ku wesayitê li  kurê min da em difikirîn ku tiştek wer cidî nîne. Lê niha rewşa wî gelek cidî ye. Ger tiştek  bi kurê min bê ez ê der barê wan polîsan de  serlêdana sûc bikim. Ez niha gelek poşmanim ku min çima serlêdana sûc nekiriye. Ji ber  ku kurê min niha dibe ku seqet bibîne. Kurê min îro ji ber wan nikare bimeşe û wek hemû zarokan bilîze. Derbarê wan her du polîsan de qasê ku ez dizanim tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Lê ger  kurê min carekedin nemeşe ez ê dev ji vî tiştî bernedim heta ku ew bên ceza kirin ezê bişopînim.”   
 
‘Em nizanin ku çawa bikin’
 
Zeynep, di dirêjiya axaftina xwe de got ku kurê diçû dibistanê û niha ji dersên xwe gelek paşve maye û ji ber ku dê carekedin dîsa emeliyat bibe dê heta 3 mehên din jî nikaribe biçe dibistanê. Zeynep, da zanîn ku mesrefên emeliyatê jî gelek zêde ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aboriya me jî nebaşe. Ez bi xwe paqijiya avahiyan dikim.  Hevjînê min jî ji ber karê wî nîne betale niha. Debara malê li ser pişta min e. Ji ber vê jî mesrefên emeliyatê jî gelek zêde ne. Em nikarin hemû mesrefan rabikin. Ez her rojê carê kurê xwe tînim nexweşxaneyê ji bo dermankirinê. Em nizanin ku çawa bikin.”