Meclisa Jinê bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Amara Rênas şermezar kir

  • 11:42 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên êrîşên artêşa tirk û komên girêdayî wê li ser şervana YPJ'ê Amara Rênas şermezar kirin.
 
Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên Artêşa Tirk û komên girêdayî wê li ser şervana YPJ'ê Amara Rênas şermezar kir û got: "Leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wan, tiştên ku li Efrînê li ser Şehîd Barîn Kobanê dan destpêkirin, ji Girêspî heta Serêkaniyê bi rengekî hov berdewam dikin."
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
Di dema ku civaka navneteweyî û cîhan piştî tunekirina DAIŞ'ê kêfxweş bû bi têkoşîna ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, teror careke din bi rêya êrişên Artêşa tirk a dagirker û komên girêdayî wê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket.
 
Gund, navçe û bajar bi balafir, topavêj û çekên qedexekirî hatin hedefgirtin. Di encamê de hejmareke mezin a sivîlan jiyana xwe ji dest dan sivîl şehîd bûn. Hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ji vê têr nebûn û vê carê bi cenazeyên şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ku di nav de şervana YPJ`ê Amara Rênas jî heye dilîzin. Şervan Amara di şeva 21`ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û bi awayekî hovane bi cenazeyê wê hate lîstin. Ev kiryar hişmendiya tarî û hov a vê êrişê nîşan dide. Şehîd Amara di eniyên berxwedanê de ji bo parastina şêniyên gundê Çelebiyê yê girêdayî kantona Kobanê û bi biryara agirbestê re dilsoz bû.
 
Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên jinê, rêxistinên mafên mirovan û tevahiya rêxistinên jinan dikin ku sînorekê ji sûcên ku li dijî qanûnên navneteweyî ne deynin. Kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Efrînê di şexsê şehîd Barîn Kobanê de hovîtiya xwe li  li herêmên dagirkirî li Girê Spî û Serêkaniyê berdewam dikin."