Rojnameya The Times wêneyê ku Tirkiye çekên qedexe bi kar aniye xêz kir

  • 12:27 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya  The Times a Birîtaniya di hejmara xwe ya îro bi wêneyekî ku ji alaya Tirkiyeyê fosfor dibare û bi sernavê "Fosfor ji Bosphorus e" weşand. Rojnameyê diyar kir ku TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên qedexekirî bi kar anîye. 
 
Rojnameya The Times a Birîtaniya wêneyekî wênexêzekî birîtanî ku bi navê Peter Brooke tê naskirin, çêkiriye pêşand. Di wêneyê de nîşana bikaranîna TSK'ê ya ji fosfora spî re li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe.
 
Wêneyê bi sernavê "Fosfor ji Bosphorus e" ji ala Tirkiyê ya ku fosforê li ser serê jin û zarokan dibarîne pêk tê. Bosphorus, tengaveke di navbera Deryaya Reş û Deryaya Mermera de ye, bi navê tengava Stenbolê tê naskirin.
 
Peter Brookes wênexêzekî ji Birîtanyayê ye, di 28'ê Îlona 1943'yan li bajarê Liverpool ji dayik bûye.