'Em bi hêza xwe bawer in û pê serbilind in'
- 12:58 24 Cotmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Meclîsa Navçeya Ehrezê ya Şehbayê meşek li dijî êrîşên dewleta tirk li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûne nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin: "Heta kurdek ser rûyê erdê hebe wê kurdiyeta xwe ji tunebûn û talankirinê biparêzin. Em bi hêza xwe bawer in û pê serbilind in."
Bi dirûşma "Ji faşîzim û dagirkeriyê re na" Meclîsa Navçeya Ehrezê meşek bi tevlîbûna gel û saziyên navçeyê li dar xist. Çalakvanan nerazîbûnên xwe li hember êrîşên dewleta tirk bi dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re" dan nîşandan. Di çarçoveya vê çalakiyê de jinan nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin: "Erdogan malên me talan kirin û zarokên me dişewitînin. Em bi hêza xwe bawer in û pê serbilind in."
'Heta kurdek hebe wê kurdiyeta xwe ji tunebûnê biparêze'
Fatimê Xelîl da zanîn ku Erdogan bi van êrîşan nikare kurdan tune bike û wiha domand: "Erdogan êrîşî me dike lê nikare me tune bike. Em ê her li qada bin û çalakiyên xwe li dar bixin. Gelê kurd hêza xwe ji hev digirin. Heta kurdek li cîhanê hebe wê li ser piya be û kurdiyeta xwe ji tunebûnê biparêzin. Em ne razî ne ku Erdogan were nava erdên me û zarokên me bikujin. Em êrîşên Erdogan lenet û şermezar dikin."
'Mebesta wî me kurdan tune û talan bike'
Eslîhan Elî destnişan kir ku wek gelê Efrîn û Şehbayê wê piştgiriyê bidin gelê Cizîrê û wiha pê de çû: "Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê piştgiriya gel û hêzên xwe bikin. Em kurd şer naxwezin, lê Erdogan bi çekên herî giran û yên qedexekirî li ber çavên cîhanê êrîşî kurdan dike. Mebesta wî me kurdan tune û talan bike, bi hezaran sivîl hedef digire. Em alîkarî ji tu dewletan naxwezin, bila Erdogan bi sîng şer bike ne bi çekên qedexekirî. Em şagirtên Serok Apo ne û tu carî tune nabin. Hêviya me ji saziyên mafê mirovan heye ku xwedî li erka xwe derkevin. Bes e ji talankirin û kuştinê re. Em her li dijî guhertina demografîk in û em ê berxwedana xwe bi hemû awayî mezintir bikin."
'Malên me talan dikin, zarokên me dişewitînin'
Esiye Ebdo ya ku beşdarî meşê bûye êrîşên li ser kurdan qebûl nekir û wiha qal kir: "Em êrîş û dagirkeriya Erdogan a li ser kurdan qebûl nakin. Em wek dayikên pakrewanan her em ê li ser piya bin û li dijî dagirkeriyê serî hildin, kî me dihêle bila me bihêle hêza me YPJ/YPG û QSD hene. Em ê bi hêza xwe her deverek ji axa me hatiye dagirkirin rizgar bikin. Bi çekên qedexekirî êrîşî zarokan dikin, kanî mafê mirovan. Bila kurd rabin ser piyan erdên me talan dibin. Zarokên me dişewitin dengê xwe bigihînin cîhanê. Xwediyê pakrewan û şervanan wê bi ser bikevin."
'Erdogan zarokan qetil dike'
Zaroka bi navê Omer Bekir jî wiha hestên xwe anî ziman: “Em şagirtên Serok Apo ne. Tirsa me ji Erdogan û çekên wî tune ye. Erdogan zarokan qetil dike. Em ê bi zimanê xwe bixwînin, ji ber ku em ê bi ziman û çanda xwe vegerin Efrînê."







