Bi hezaran şêniyên Qamişloyê 3 lehengên berxwedana rûmetê oxir kirin
- 13:58 24 Cotmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li Qamişloylê 3 lehengên berxwedana rûmetê yên ku li dijî êrîşên dewleta tirkiyeyê li ber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan ji aliyê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê ve hatin oxirkirin.
Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 têkoşerên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn îro ji aliyê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê ve li Goristana şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.
Di merasîmê oxirkirinê de hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî amade bûn. Cenazeyê şervanan dayikan hilgirtin û bi tîliliyên dayikan ber bi goristanê ve hat meşandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
'Vîna gelê me ji bo Kurdistana azad e'
Li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Hêvî Seyid axivî û wiha got: "Dema mirov li coşa mezin a beşdarbûna vî gelî dinêre mirov bi hêz dibe. Dema ku mirov vê hêzê dibîne rihê pakrewanan zindî dimîne. Ji ber doza wan domdar e, al û tola wan tê hilanîn. Ev vîna gelê me ye ji bo Kurdistana azad, ev e qehremantiya şervanên me. Dijminên me yên xwînmij li ber lehengiya şervanên me têk diçin, ev nîşana serkeftinê ye û her azadî para me ye."
'Li ser maseya navneteweyî lehengiya kurdan her roj tê vegotin'
Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebd-El Kerîm Saroxan bal kişand ser lehengiya qehremanên ku ji bo azadiya gelan parastina axa xwe dikin û wiha pê de çû: "Di şexsê pakrewanên azadiyê de em dibêjin serê gelê me tevahî sax be. Qehremanên hêja yên ku heta vê kêliyê di çeperên şer de li bermbarî êrîşên dagirkeriya tirkiyê û kompiloya navnetewî li ber xwe didin, careke din êrîşên li ser gelê me nû dikin. Di berdewamiya komploya 9'ê Cotmehê dîsa careke din êrîşî gelê me kirin. Li ser maseya navnetewî lehengiya kurdan her roj tê gotin. Em ne poşman in ku me zarokên xwe dane ji bo azadiya gelê xwe. Em gelekî serbilind in û her em ê domdarên xeta şoreşê bin."
Piştî axaftinan bawernameyên pakrewanan li malbatên wan hatin belavkirin û cenazeyên wan sipartin axa pîroz.







