Li Rojava li dijî êrîşan meş hatin lidarxistin

  • 14:34 24 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA / QAMIŞLO - Li seranserî Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk gel daketin qadan û bi meşan şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, li  seranserî Rojavayê Kurdistanê meş hatin lidarxistin. Li dijî êrîşên dewleta tirk bi sedan şêniyên Şehba,  bajara Dêrîkê û navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo herîkîn qadan û êrîşa dewleta tirk şermezar kirin. 
 
Şehba
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAİŞ'ê têk bibin" li Navçeya Ehdas a Şehbayê meş li dar xistin.
 
Bi armanca xwestina derketina dewleta tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongreya Star meşek li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Bi hezaran ji şêniyên Efrîn, Şehba, endam û Rêveberiyên tevahî sazî û dezgehên sivîl tevlî meşê bûn.Jinên ku pêşengtiya meşê dikirin dirûşmên li dijî êrîşan berz kirin. 
 
Meş ji destpêka Navçeya Ehdas a Şehbayê heya parka Navçeyê berdewam kir. Di meşê de dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re, erê ji yekbûnê re", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bimire dagirkerî" hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankertên bi nivîsa "Rojava hemû QSD’ê ye", "Bêdengî îxanet e", "Erdogan zarokan dikuje", "Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin" û ala YPJ/YPG'ê QSD'ê, Kongreya Star û Yekîtiya Jina azad a Şehbayê hildabûn.
 
Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Li ser navê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yûsif, ser navê Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Wefa Hisên axivîn. Di axaftinê de bal kişandin ser berxwedana gel a li hember êrîşên dewleta tirk û komên wê û wiha domandin: "Em ê xeta berxwedan û tekoşînê mezin bikin. Weke gelê Efrîn û Şehbayê em ê piştgiriyê bidin gelê Cizîrê ji bo têkbirina dagirkeriyê ser axa me."
 
Meş bi diruşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Şehîd Namirin” bi dawî bû.
 
Dêrîk
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star a bajarê Dêrîkê bi sedan şêniyên Dêrîkê herîkîn qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Kongreya Star a bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi sedan şêniyên bajarê Dêrîkê herîkîn qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşek girseyî şermezar kirin. Meş ji qada azadî dest pê kir û li qada jina şoreşger veguherî mîtingê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD)'ê,  Kongreya Star, berxwedêr û birîndarên Berxwedana Rûmetê hatibûn hildan. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Daliya Henan berxwedana jinan pîroz kir û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Di şexsê Şehîd Bêrîtan, Barîn û Hevrînan de em hemû şehîdên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Îro bi ked û tekoşîna gelê xwe em hemû li qadan e û li ber xwe didin. Îro dagirkeriya dewleta tirk li pêşiya çavên hemû dinyayê van komkujiyan ser gelê me dike. Ev yek diyar dike ku hemû dewletên cîhanê cihê xwe di vê komployê de digirin."
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.
 
Tirbespiyê
 
Ji 9'ê Cotmehê ve êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî tund didomin, li dij van êrîşan û ji bo xwedîderketin û piştgiriya şervanan YPG/YPJ'ê û QSD'ê her roj gel li qadane.
 
Îro jî gelê navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê bi pêşengiya Kongreya Star bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. Her wiha bi boneya salvegera şehadeta şehîd Bêrîtan, merasîma bîanînê hat lidarxistin. Meş li ber navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de wêneyên zarokên ku hatine qetilkirin, têkoşerên azadiyê, têkoşer Bêrîtan û alên Kongreya Star hatibû hildan. Her wiha dirûşmên silavkirina berxwedana rûmetê hatin berzkirin.
 
Meş li çerxerya şehîd Nejbîr veguherî mîtîngê. Di destpêka mêtîngê de zarokên dibistanan şanoyek li ser qetilkirina sivîlan pêşkêş kirin. Paşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Kongreya Star Ruken Ehmed axivî û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û berxwedana şervanên  YPJ/YPG'ê QSD'ê  silav kir û diyar kir ku bi berxwedana serkeftinê misoger e. Di dawiyê da jî bang li netewên yekbûyî kir ku bi erka xwe rabin.
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.