Şêniyên Kobanê daketin qadan û êrîş şermezar kirin
- 16:26 24 Cotmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Kongreya Star ya herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek gireyî li Kobanê li darxis tin.
Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê di 8'ê Tebaxê de li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleya bi dirûşma "Ax û rûmeta xwe biparêze, DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” li dar xistibû. Di çarçoveya hemleyê de gelek çalakî û meş hatin lidarxistin. Di rêzeçalakiyan de îro li Kantona Kobanê bi pêşengtiya Kongreya Star û bi sedan şêniyên herêma Firatê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dagirkeriya tirk li pêşberî cîhanê, bi çekên qedexekirî sivîlan li Serêkaniyê dikuje" her wiha wêneyên şehîdên jin û alên Kongreya Star hatibûn hildan.
Meş ji qada jina azad a Kobanê dest pê kir li qada Ş. Egîd veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, bi navê Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hêlîn Haçim û bi navê Kongreya Star a herêma Firatê Hêvîn Ismaîl di şexsê şehîd Amara de hemû têkoşerên azadiyê yên di berxwedana rûmetê de, jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha axaftina xwe berdewam kirin: "Dewleta Tirk û çeteyên wê sîstema ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmê didan meşandin dixwazin careke din nû bikin. Çeteyên dewleta tirk bi cenazeyê şervaneke YPJ'ê Amara ku parastina welat û gelê xwe dikir lîstin, carekê berê jî ev siyaseta qirêj di şexsê şehîd Barîn de li Efrînê pêk anîn. Bi riya van êrîşan dixwazin hêz û moralê gelê herêmê bişkînin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Dema ku hevaleke me şehîd dikeve bi sedan li şûn wê cih digirin. Em ê her tim li pişt hêzên xwe bine.”
Mîtîng bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedan QSDê" û "Bimire dagirkerî" bi dawî bû.







