Hemwelatiyên Hewlêrê êrîşên dewleta tirk bi boykotê şermezar dikin
- 16:40 24 Cotmeh 2019
- Rojane
Helîme Çûmanî
HEWLÊR - Li bajarê Hewlêrê îro êvarê hêjmarek çalakvan û hemwelatî bi pêşengtiya jinan li dijî êrîşên dewleta tirk kampanyaya boykota kel û pelan dane destpêkirin. Jinan gotin:"‘Dewleta tirk bi pereyên ku ji Başûrê Kurdistanê qezanc dikin didin çekan û zarokên kurdan qetil dikin. Divê em malên tirkiyeyê boykot bikin."
Îro li bajarê Hewlêrê bi beşdarbûna komek çalakvanên bajar, kampanyaya boykotkirina kel û pelên dewleta tirk hat destpêkirin. Di vê kampanyayê de hejmarek zêde jin çalak in. Jinên piştgirî dan kampanyayê gotin:"Divê em malên dewleta tirk her boykot bikin. Da ku bi wan pereyan êrîşî gelê kurd neke."
'Em ê her pişgiriyê bidin Rojava'
Jina bi navê Sumeye Hesen ku yek ji çalakvana li dijî malên tirk e wiha got: "Ew pereyên ku dewleta tirk ji bazirganiya li Başurê Kurdistanê qezenc dike, bi çekan dide û hemwelatî û zarokên ku li rojavayê Kurdistanê dijin qetil dikin. Pêwîst e hemû aliyên kurd kel û pelê dewleta tirk baykot bikin. Ev jî weke berxwedanek a piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê ye. Em ê her pişgiriyê bidin Rojava."
'Kurd her roj tên qetilkirin'
Skala Selam ku yek ji çalakvana ne wiha got:"Divê em bi hestiyarî tev bigerin û pêşî li cinayetan bigirin. Kurd her roj tên qetilkirin. Hemwelatî vê kampanyaya baykotkirina kel û pelên dewleta tirkan bi keyfxweşî pêşwazî dikin û vê kampanyayê bi biryardarî dimeşînin."







