ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 25 Cotmeh 2019
  • Rojev
 
*Ji ber êrîş û kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran welatiyên Serêkaniyê neçarî koçberiyê bûn. Jinên Serêkaniyê yên koçber bûn gotin: "Senaryo ya Şengalê dubare dibe. Dewleta tirk û DAIŞ yek in. Em ê jin li hemberî kirinên wan ên dermirovî zarok û axa xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
* Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros tayînkirina qeyûman ji bo 12 şaredariyên HDP’ê nirxand û wiha got: “Qeyûm binpêkirineke demokrasiyê ya nayê qebûlkirinê ye. AKP û hevkarên wê naxwazin dest ji van çavkaniyên ku beramberiya wê ya îktîsadî û siyasî heye berdin.”
 
*Jinan diyar kirin ku êrîşên li hember Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, ev êrîş bûne sedema bidawîbûna jiyana sedan sivîlî û her wiha li Tirkiyeyê jî zextên li hember gel didomin. Jinan wiha gotin: "Kurdan li ser axa wan qetil kirin. Hewl didin vê jî wek şerekî mafdar nîşan bidin. Ji me re dibêjin ‘bêdeng bin’. Malbata me, xwişk û birayên me li wir in. Em çawa bêdeng bimînin."DÎMEN HEYE
 
*Di operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mêrdîn û navçeyên wê bi dehan kes hatin binçavkirin. Yek ji van jî jina bi navê Avas Akan bû. Avas Akan ji ber ku di wê pêvajoya pevçûnê de bi telefonê li malbata xwe ya li Qamişlo geriya, 7 rojan di bin çavan de ma.