‘Qeyûm binpêkirineke demokrasiyê ya ku nayê qebûlkirinê ye’

  • 09:03 25 Cotmeh 2019
  • Rojane
STENBOL- Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Sema Barbaros tayînkirina qeyûman ji bo 12 şaredariyên HDP’ê nirxand û wiha got: “Qeyûm binpêkirineke demokrasiyê ya nayê qebûlkirinê ye. AKP û hevkarên wê naxwazin dest ji van çavkaniyên ku beramberiya wê ya îktîsadî û siyasî heye berdin.”
 
Ji bo sê şaredariyên bajarên mezin, bi giştî 12 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînkirin. Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê Sema Barbaros bertek nîşanê tayînkirina qeyûman da û diyar kir ku tayînkirina qeyûman, xespkirina îradeya gel e.
 
‘Polîtîkayên qeyûm plankirî hat kirin’
 
Semayê da zanîn ku polîtîkayên qeyûm plankirî hatin kirin û wiha got: “Beriya hilbijartinan ji aliyê Erdogan û Soylu ve hat gotin ku wê qeyûm bên tayînkirin. Peyamên der barê ger ew li herêmê di hilbijartinê de bi ser nekevin wê qeyûm bên tayînkirin, hatin dayîn. Bi operasyon û qeyûmên tayînê Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin de ev xistin meriyetê. Ev operasyon û tayînkirina qeyûman bi giştî polîtîk e. Tişta bi hilbijartinê negirtin, bi hêza desthilatdarbûnê digirin. Rêveberiyên herêmî ji bo desthilatdarî û hevkarên wê, pariyê hingivî ye. Ji ber vê jî AKP û hevkarên xwe naxwazin dest ji van çavkaniyan berdin.”
 
‘Ev polîtîka ji polîtîkayên Sûriyeyê ne serbixwetir in’
 
Semayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ev polîtîkayên ku îradeya gel û tercîhên gel qebûl nakin, ji polîtîka desthilatdariyê ya Sûriyeyê cuda nîne û wiha berdewam kir: “Ji bo li herêmê bibin xwedî gotin, serî li xespkirina îrade û mafên gel didin. Ji ber vê jî ev operasyon tên meşandin. Li herêmê jî di esasa DYA û Rusyayê de bazar tên kirin. Armanca ku li Sûriyeyê bi dest nexistin, vê carê serî li zext û şîdeta li hember Kurdan didin.”
 
‘Qeyûm xespkirina îradeya gel e’
 
Semayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku qeyûm binpêkirineke demokrasiyê ya ku nayê qebûlkirinê ye û wiha dawî lê anî: “Ev xespkirina iradeya gel e. Bi qeyûman jî sînor namînin; pêlan binçavkirinê dane destpêkirin. Bi girtina Selçûk Mizrakli re îraeya gel jî hatiye girtin.”