Li malbata xwe geriya,7 rojan di bin çavan de ma
- 09:05 25 Cotmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Di operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Mêrdîn û navçeyên wê bi dehan kes hatin binçavkirin. Yek ji van jî jina bi navê Avas Akan bû. Avas Akan ji ber ku di wê pêvajoya pevçûnê de bi telefonê li malbata xwe ya li Qamişlo geriya, 7 rojan di bin çavan de ma.
Piştî operasyona Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin şûnde, li Mêrdîn û navçeyên wê di nav de siyasetmedar jî hene nêzî 50 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji kesên hat binçavkirin jina bi navê Avas Akan ya 26 salî ya li Nisêbînê rûdinişt bû. Avas ku ji Sûriyeyê bû, di pêvajoya bomberana tund de ji ber bi telefonê li malbata xwe ya li Qamişloyê geriya 7 rojan di bin çavan de ma.
Hefteyekê şîr neda zarokê xwe!
Bi şev saet di 02.00’an de bi ser mala wê ya li taxa Gelhat a Nisêbînê hat girtin. Ava ku nizanibû bi çi tê sûcdakirin, ew birin Mêrdînê. Avas ku dayika sê zarokan bû, li nezaretxaneya Midûriyeta Emniyetê hat girtin û hat hînbûn ku zaroka wê ya sal û nîv heye û hefteyekê zarokê xwe nemijandiye. Avasê diyar kir ku biryara veşariyê anîne ser dosyayê û piştî hefteyekê di îfadeya wê ya li dozgeriyê de hînbûye ku bi çi hatiye sûcdarkirin û binçavkirin.
‘Gotin tu çima li Qamişloyê geryayî’
Avasê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi hinceta ku bi malbata xwe ya li Qamişlo re di rojê de ji carekê zêdetir axiviye, hatiye binçavkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hefteyekê di bin çavan de mam. Lê sedema binçavkirinê negotin. Min jî sedem nizanibû. Zarokê min yê sal û nîv heye. Heftekê min zarokê xwe nedît û nemijand. Piştî hefteyekê ez bi parêzerê xwe re çûm îfadeyê û di dosyayê de hejmara telefona bav û apê min hebû. Ji min re gotin sedem çibû ku tu rojekê de 4 caran axiviye. Gotin sînyal danîne xeta sînor, ji wir em dîtine. Min jî got malbata min li wir bû. Ji ber pevçûnan ez geriyame. Piştî min got hejmara aydê malbata min e, piştî îfadeyê berdan.”







