Nûnerên jinên başûr: Em dikarin ji yekitiyê re pêşengtiyê bikin
- 14:26 25 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên saziyên jinan ên Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê pêwîstiya Gelê Kurd ji her demê zêdetir bi yekîtiya neteweyî heye û jin dikarin pêşengiya vê yekê bikin.
Piştî ku dewleta tirk êrîşî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê kir, di nava kurdan de li dijî dagirkeriyê daxwaz û hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî zêdetir bûn. Ji bilî partî û rêxistinan, jinên kurd jî destnîşan kirin ku ew dikarin pêşengiya yekîtiyê bikin.
Li ser mijara yekitiya neteweyî nûnerên Projeya Jin Jiyane Jiyanê Nekuje û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji Rojnews re axivîn.
Endama Desteya Damezrîner a Projeya Jin Jiyane Jiyanê Nekuje Kejal Ebdulqadir Heme Şerîf, destnîşan kir ku pêwîste herçar perçeyên Kurdistanê li hev bicivin û kongreya yekîtiya neteweyî li dar bixin. Kejalê, diyar kir ku jin dikarin pêşengiya yekîtiya neteweyî bikin û bi bîr xist ku têkoşîna jinan a li rojavayê Kurdistanê ev yek nîşanî hemû cîhanê daye. Kejal anî ziman ku derfetên jinan hene pêşengtiyê bikin, erka dikeve ser milê wan bicîh bînin û wiha dirêjî da axafitna xwe:"Eger yekîtiya neteweyî pêk were, wê kurd karibin li dijî dagirkerên têbikoşin û bi ser bikevin."
'Divê hêzên tirk ji Başûr bên derxistin'
Kejal bibîr xist ku Seroka Parlamentoya Herêmê Kurdistanê jine û got: “Ev cihê keyfxweşiyê ye.Divê karibe wekî seroka parlamentoyê biryaran bigire. Divê em hemû bi hev re kar bikin û li dijî hêzên dagirker rawestin. Bi avakirina yekîtiya neteweyî re, her wiha bi xebatên dîplomasiyê divê hewl bê dayîn ku hêzên Tirkiyeyê ji başûrê Kurdistanê bên derxistin."
‘Jin hertim alîgirên yekîtiyê ne’
Berpirsyara RJAK’ê Necîbe Umer jî bi bîr xist ku hêzên dagirker hertim bi şêwazên cuda Kurdan li dijî hev didin şerkirin, lewra li hemberî van polîtîkayên dagirkeran yekîtiya neteweyî gelekî girîng e û divê hemû partiyên siyasî yên kurd bên cem hev. Jin hertim alîgirên yekîtiyê ne, ji bo vê yekê di nava hewldanan de ne. Ji ber wê ye ku herî zêde jin dikarin yekîtiya Kurdan ava bikin. Çawa ku di demên borî de jinan pêşengî kir, niha jî dikarin ji yekitiya netweyî ya kurd re pêşengiyê bikin. Jinên kurd gihîştine astek wisa ku gûh nadin berjewendiyên teng ên siyasî.”







