Karwanê alîkariyê yê Şengaliyan derbasî Rojava bû

  • 14:29 25 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Piştî nîqaşên berfireh ên di navbera rayedarên Rêveberiya Xweser a Şengalê û artêşa Iraqê de îro rê hate dayîn ku karwanê alîkariya Şengaliyan derbasî Rojava bibe
 
Di 17'ê Cotmehê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo alîkariya bi gelê Rojava re Kampanyaya Alîkariyê li Nahiya Sinûnê dabû destpêkirin. Ji bo Karwanê Alîkariyê ku ji 17 kamyonan pêk tê, rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi berpirsên artêşa Iraqê re ketin nava têkiliyan, lê tevî hemû hewildanan artêşa Iraqê duh bi şev  karwanê alîkariya Şengaliyan ji ser sinorê Rojava û Şengalê paş de vegerand. 17 kamyon alîkariya ku ji şîrê zarokan, ard, birinc, betaniye û hwd, pêk tên , li gel Şandeyekê ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengal û  Nûnerên saziyên wê di Korîdora Mirovî a navbera Şengal û Rojava re derbasî Rojav hatin kirin.