ÎHD'ê Rapora xwe ya derbarê Sûryaniyan de aşkera kir
- 14:48 25 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD’a Stenbolê, rapora xwe ya bi sernavê “Li Gundê Midyad-Tur Abdîn, ewlekariya canê Rahîbe Verde Gokmen û rewşa civakî ya giştî ya gundên Suryanî yên herêmê” aşkere kir. ÎHD’ê di rapora aşkere kir de, diyar kir ku mîrateya çanda Suryaniyan tê tunekirin.
Komîsyona Li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD’a Stenbolê, rapora xwe ya bi ser navê “Li Gundê Midyad-Tur Abdîn, ewlekariya canê Rahîbe Verde Gokmen û rewşa civakî ya giştî ya gundên Suryanî yên herêmê” aşkere kir. Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê ya Beyoglû hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mêrdînê Tûma Çelîk beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn rapor xwend û wiha got: “Ev rapora ku em amade kiriye, em ê ji rayedaran re jî bişîn in. Di dema amadekirina raporê de me bihîst ku Rahîbe Verde Gokmen di Dêra Mor Dîmet de dijî. Piştî ku me agahiya rewşa wê bihîst me di meha Tîrmeha 2017’an de dest bi lêkolînê kir. Weke komîsyon me çend caran Rahîbe ziyaret kir. Dûre me bi gelek kesan re hevdîtin kir. Di encama hevdînên me kirin de, me raporek amade kir. Di encam xebata me bi rêve bir de, derket holê ku mîrateya çanda Suryaniyan tê tune kirin.”







