Jinên Wargeha Mexmûrê civînek li dar xistin

  • 16:22 25 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi munesebeta 27’emîn salvegera şehadeta Gulnaz Karataş (Bêrîtan), li Saziya Malbatên Şehîdan civîneke xweser li dar xist.
 
Civîna ku li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Meclîsa Îştar Cîhan Kapar ve hat kirin. Li ser girîngiya  vê rojê Cîhan Kapar wiha dest bi axaftina xwe kir:”Di kesayeta Şehîd Bêrîtan de em hemu Şehîdan bi bîr tînin. Gelek kesayetên giranbiha li ser vê axê şehîd bûn.  Weke tê dîtin li Rojavayê Kurdistanê şerekî hovane tê meşandin. Dayikên me sîngê xwe didin ber mermiyan, û dibêjin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin. Şerê ku li dijî mirovahiyê tê meşandin şerekî tevahî qanon û hiqûqa dinyayê binpê dike. Em sekna gelê Rojava û dayikên berxwedêr silav dikin û bejina xwe li hemberî wan ditewînin.”