Li Wanê Oznur Bartin û Okkeş Kawa bûn hevserokên HDP'ê

  • 17:28 25 Cotmeh 2019
  • Rojane
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê 2'emîn kongreya xwe pêk anî. Ji bo hevserokatiya HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin û Okkeş Kawa hatin hilbijartin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi dirûşma em jiyaneke bi rûmet dihûnin 2'emîn kongerya xwe ya awarte li eywana dawetê ya Royal a li navçeya Rêya Armûşê pêk anîn. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin pankarta bi dirûşmên "Em ê bi rêxistinbûnê azad bibin", "Rêxistin nebe azadî nabe" û "Jin li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin dikin" hat dalîwandin. Di kongerya hat lidarxistin de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê  û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, Melclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek weatî amade bûn.  Ciwnanên Meclisa HDP'ê ku tevli kongeryê bûn bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava" ketin eywanê û ji aliyê welatiyan ve bi çepikan hatin pêşwazîkirin."
 
Konger bi rêzigirtinê hat destpêkirin û axafitna destpêkê ji aliyê Umît Dede ve hat kirin. Umît wiha got: "Ez bi endamtiya têkoşîna rûmetê şanaz im. Berî bi du salan ev erk dabûn me. Ji ber ku min di nava xebateke bi vî rengî de cih girt ez xwe bextewar hîs dikim. Ez spasiya xwe ji hemû saziyên ku ji me re pêşengtî kirin dikim."
 
'Divê fikrên Abdullah Ocalan esas bên girtin'
 
Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û diyar kir ku ew hêvî dike wê di demek kurt de Hevserokê dema berê yê HDP'ê Yadîşen Karabulak û gitiyên din hemû bigihîjin azadiya xwe û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê ne hiqûq ma û ne jî deweta hiqûqê, li hemû derê zordestî heye. Tirkiyeya ku vê hovîtiyê ferz dike û tu çareseriyê nabîne. Top û tifingan li çareseriy êdigerin. Çareserî li cem birêz Oclanan e û fikrên wî ne. Divê ev esas bê girtin. Li rojvava bihevere jiyanek heye divê lê xwedî bê derketin û tu kes şer naxwaze."
 
Nameya Yadîşen Karbulak hat xwendin
 
Piştî axaftina Sezaî Temellî nameya Yadîşen Karabûlak ku ji girtîgehê ji bo kongreyê şandibû hat xwendin.  Yadîşen di nameya xwe de wiha got: "Jiyana herî xweş ya ku hûn bi destê xwe bihûnin e. Tu tişt wekî jiyaneke ku jinek bi destê xwe bihûne xweşik nîne.  Di bedêla mirov bibe hêsîrê îradeyê bi îradeya xwe jiyan ji hemû tiştî bi nirxtir e. Bi baweriya me ya pêşerojê em ji we hemûyan re silavên xwe dişînin. Jin jiyan azadî."
 
Kongre piştî rapora xebatê bi dawî bû.