Rêveberiya Xweser: Em bi diyaloga sûrî-sûrî û yekitiya xaka Sûriyê re ne
- 18:01 25 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îşaret pê kir ku ji destpêkê ve û heta niha bi çareseriya aloziya Sûriyeyê, diyalogên Sûrî-Sûrî û serweriya wê re ne û li hember tevahî hêzên terorîst ên ku hewl didin xak û gelê Sûriyê parçe bikin, disekinin.
Îro, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê pêşketinên li herêmê, bi taybet pêwîstiya diyaloga sûrî-sûrî ya çareserkirina alozî û yekitiya xaka Sûriyeyê de, daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
"Rêveberiya Xweser ji destpêka aloziya Sûriyê ve, xeta sêyemîn ji xwe re esas girt, ji bo ku li ser vî esasî bi hemû pêkhateyên Sûriyê, desthilat û gel re di nava dan û standinan de be. Ev jî bingeha yekîtiya aşîtiya xaka Sûriyeyê û redkirina êrişên derve diparêze. Her wiha Rêveberiya Xweser bi sipartina Kurd û tevahî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina herêman ji komên terorîst, tecrûbeya xwe sepand. Her wiha jî tevahî daxwazên pêkhateyên bêyî cûdahî parast û pêk anî û xwe ne spartin tu aliyên dîtir ên di aloziya Sûriyê de ne.
Rêveberiya xweser nexşerêya xwe pêşkêş kir
Rêveberiya Xweser nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyeyê û awayê rêvebirina hundirîn a Sûriyeyê, ji Rûsyayê re pêşkêş kir û Rûsyayê helwesta erênî nîşan da. Ji ber ku li ser esasekî neteweyî û dûrî nakokiyên parçekirinê ye ku Rûsya îro dixwaze Kurd û Rêveberiya Xweser bê delîl û analîzan nîşaneya serkeftinê bide. Lê belê dewleta Tirk bi îdîayên xwe dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike ku ji nû ve sînorê împratoriya Osmaniyê vejîne. Ji lewre em wek Rêveberiya Xweser bi awayekî neyênî li pêşniyar û tewanbarên ku bi hedefên astengkirina çarereseriya aloziya Sûriyê ye ji aliyekî ve dinêrin û ji aliyekî dîtir ve jî deriyê li hember xwestek û berjewendiyên delweta Tirk ên kûr bi dagirkirina zêde ya xaka Sûriyê bi hincetên derew re vedike, dinêrin.
Rêveberiya Xweser her wiha bi hikumeta Sûriyê re bi domdarî têkildarî mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyalog pêk dianîn, berevajî îdîayên ku Rêveberiya Xweser dixwaze ji Sûriyê qut bibe yan jî parçeyekî ji xaka Sûriyê bibire. Ew jî hin îdîayên ji hin kesên ji rejîma Sûriyê diyar kirine ku hêzên wan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji QSD’ê rizgar kirine, derew derdixîne. Di rastiyê de hatina van hêzan bi lihevkirina leşkerî ya di navbera hêzên rejîma Sûriyê û QSD’ê ku 11 hezar şehîd di ber yekitiya xaka Sûriyê dane, serweriya wê ya ku DAIŞ’ê û komên dîtir ên rêxisitnên terorîst ên girêdayî dewleta tirk û dewletên dîtir ên piştevaniya terorê dikin, bin pê kiriye de, ye. Ji hevdîtin û danûstandinên berdewam a bi hikumeta Sûriyeyê re ya ji 2012’an ve, nîşaneya eşkere ya xwesteka çareserkirina dozên Sûriyeyê yên hundirîn in.
Em di diyaloga Sûrî - Sûrî de bi israr in
Em wek Rêveberiya Xweser hemû tewanbarî û îdîayan serketinê red dikin. Her wiha di diyalogên aloziya Sûriyeyê nexasim diyalogên Sûrî-Sûrî de bi israr in. Ji ber Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve parastina yekîtiya xaka Sûriyê ji hemû hêzên terorîst ên ku hewldana dagirkirina hebûna Sûriyê dikin, kir. Her wiha li dijî dewleta Tirk ku hewldana parçekirina Bakurê Sûriyê dike, disekinin û bi vê yekê dixwaze Lîwaa Îskenderon dubare bike.”







