Ji TJK-E'yê bang: Li dijî hovîtiyê raweste

  • 19:39 25 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jina Kurd ên Ewropa (TJK-E) nerazîbûn nîşanî pêkanînên der mirovî yên  dewleta tirka li şervana YPJ’ê Çîçek Kobanê ku 21’ê Cotmehê bi birîndar dîl hatibû girtin û banga li dijî hovîtiyê raweste kir.
 
TJK-E'yê ji bo balê bikişîne ser hovîtiya li dijî şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ku di 21'ê Kanûnê de birîndar ketibû destê hêzên dewleta tirk daxuyaniyek nivîskî da got: “21’ê Cotmehê li gundê Mişrefa yê girêdayî Eyn Îsa şervana YPJ’ê ya bi navê Çîçek Kobanê bi birîndarî dîl kete destê çeteyên dewleta Tirk. Piştre di dîmenên derketin de pêkanînên der mirovî yên li şervanê dihate kirin, fikarên di raya giştî de derxist holê. Ji ber ku sûcên şer ên wiha yên artêşa tirk û komên girêdayî wê bêrê jî derketibûn holê. Em vê rêbazê li Bakur ji Ekîn Wan û li Efrînê jî ji Barîn Kobanê dizain. Yên ku dibêjin wê bi vê kiryarê vîna jinan bişkînin bila baş bizanin ku wê rêbazên wiha nikaribin vîna me bişkînin.
 
Bila herkes baş bizane ku xeta mêtinger a ji êrîşan encam nagirin, bi êrîşên li ser bedena jinê wê nikaribin şoreşa jinê ya mezin dibe rawestîne.
 
Em tevgara jinên Kurd parêzvanên şoreşa xwe ne, bi gelên cîhanê re eniya berxwedanê ya jinan mezin bikin. Li djiî hovîtiya hemdem li ser bingehê vîn û rûmetê em ê jin bin.”