ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:02 26 Cotmeh 2019
  • Rojev
* Piştî ku Kantona Girê Spî kete destên komên girêdayî dewleta tirk, jiyan li gelê navçeya Çelebiyê ya girêdayî bajarê Kobanê û dikeve navbera Girê Spî û bajarê Eyn Îsayê, ketiye xeteriyê. Gelek kes ji ber tirsa komên girêdayî artêşa tirk ji malên xwe derketin. Ji gelê Çelebiyê dayikên ku dest ji mal û axa xwe bernedane wiha gotin:"Em tu carî dev ji axa xwe ya pîroz bernadin. Em bi hêza şervanên xwe bawer in. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û li pişt şervanên xwe bin."DÎMEN HEYE
 
 
*Di tevahî cîhanê de dema ku welat rastî şerên  giran tên, mirovên welatparêz û yên ku ji azadiyê hez dikin berê xwe didin qadên cenga berxwedanê. Lê dibe şer hemû ne wekî hev bin. Hin şer hene, ji bo berjewendiya ne, hin şer jî ji bo dagirkirina welata ne û hin şer jî ji bo qirkirina mirovan tên destpêkirin. Şerê ku li Rojavayê  Kurdistanê tê kirin van hemû pilanan di nava xwe de digire dest.  DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Bajaroka Gundikê Melî Zahîde Erk, derbarê xebatên xwe yên şaredariyê de axivî û got ku gelek planên wan ji bo gel hene û ev tişt got: “Şêniyên navçeyê  ku bi tenê hatine hiştin dixwazin ku rêveberên wan li gel wan bin. Em jî dibêjin ku em ê heta ji destê me bê li cem wan bin û bi hev re şaredariyê rêve bibin.” BI DÎMEN
 
* Psîkolog Berîtan Guneş diyar kir ku kuştinên jinan, tacîz, êrîşên zayendî û îstîsmara ku her diçe zêde dibe, sedema wê zimanê şîdetê yê ku desthilatdarî bi kar tîne û cezayên li gumanbaran tên birîn e û wiha got: “Divê desthilatdarî dest ji şer û zimanê newekheviyê berde û daraz jî li dijî van sûcan helwestek zelal nîşan bide.” BI DÎMEN
 
*Li navçeya Cizîrê li ser Çemê Dîcleyê kanên xîzê yên ku hatine çêkirin, ji ber bîrên di encama wan de vebûne heta niha bûne sedema mirina gelek kesî. Li dijî ku ji bo kananan dayîna rûhstê qedexe ye jî bi xebatên ku tên berdewamkirin rêya herikîna ava çem hat guhertin.  BI DÎMEN
 
*Parêzera Yewnanîstanî Natasha Daîlîanî diyar kir ku bi şerê li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re wê pirsgirêka penaberan hîn bêtir giran bibe û wiha got: “Di êrîşan de wê gelek kes bimirin. Ger Ewropa bi awayekî fêdeyê bide Tirkiyeyê , wê zêdetir penaber bên û encamek bê kontrol derkeven holê.” BI DÎMEN
 
*Jinên Wanê bertek nîşanê operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê dan û gotin: “Hûn dagir dikin, şaredariyê xesp dikin. Lê Kurd bi van êrîşan bi dawî nabin. Êdî bes e.”BI DÎMEN
 
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, ku der barê wê de gelek doz û lêpirsîn hatine vekirin, diyar kir ku sedema serdegirtina mala wê, dibe ku ji ber Nedîm Şener yê ku di weşana zindî de ew hedef girtiye û wiha got: “Li Tirkiyeyê mijarên qedexe hene. Ev xetên sor yên dewletê ava dikin. Dema em van diaxivin dewlet, destûrê nade. Ji ber vê ez jî her tim sûcdar im.”BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez diyar kir ku biryarên wan yên der barê bername û xizmetên ku dikin de rastî astengiya qeymeqamê navçeyê tê û got: “Ev gel mexdûr dike. Her çiqas qeyûm neyê tayînkirin jî bi awayekî fîîlî em pêvajoya qeyûm dijîn.”BI DÎMEN