'Em ê li pişt zarokên xwe bin û bi vîna xwe bi ser bikevin'
- 09:03 26 Cotmeh 2019
- Rojane
Dilûcan Bozî
KOBANÊ - Piştî ku Kantona Girê Spî kete destên komên girêdayî dewleta tirk, jiyan li gelê navçeya Çelebiyê ya girêdayî bajarê Kobanê û dikeve navbera Girê Spî û bajarê Eyn Îsayê, ketiye xeteriyê. Gelek kes ji ber tirsa komên girêdayî artêşa tirk ji malên xwe derketin. Ji gelê Çelebiyê dayikên ku dest ji mal û axa xwe bernedane wiha gotin:"Em tu carî dev ji axa xwe ya pîroz bernadin. Em bi hêza şervanên xwe bawer in. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin û li pişt şervanên xwe bin."
Di sala 2014'an de, çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrîşî Kantona Kobanê kirin. Gelê herêmê neçar man koçî deverên cuda bikin. Gelek kes di êrîşên hovane de hatin kuştin û gelek ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di 20'ê çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê, dîsa bû sedema koçberkirina bi sedan ji gelên Efrînê. Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9’ê Cotmehê de jî di bin navê avakirina herêmek bi ewle êrîşî bajarê Serêkaniyê û Kantona Girê Spî kirin. Gelên li van bajar û gundewaran dijîn ji malên xwe koçber bûn û malên wan ji milê dewleta tirk ve hatin hilweşandin û yên mayî jî hemû tên talankirin. Çeteyên DAIŞ’ê jî li bajarê Reqa, Tepqa, Minbic, Dêrezor û Sirînê kiryarên nebaş kirin. Niha heman kiryar li kantona Girê Sipî li ser kesên ku di bajar û gundan de mane tên kirin. Li van deveran çarşefên reş li jinan tên kirin. Ji mêran re cigarevexwarin hatiye qedexekirin û bi tu awayî jin nikarin li motorbisikletê an jî li kursiyên pêşî yên maşîneya siwar bibin.
Piştî êrîşên 9’ê Cotmehê gelên li herêmê hemû di bin tirsa mirinê de dijîn. Bi şev nikarin li malên xwe bi awayekî hêsan bêyî tirs serê xwe deynin ser balîfan û razên. Êrîşên dagirkeriyê jiyana gelê herêmê kiriye dojeha ser rûyê erdê. Jiyana zarok, jin, ixtiyar û ciwanan hemû di bin metirsiya mirinê de ye. Kes nizane wê di kîjan kêliyê de topeke hewan, obîs, an jî balefirên şer li mala wan bikeve û hemû di carekê de, di binê keviran de bimînin. Piştî ku Kantona Girê Spî kete destên komên girêdayî dewleta tirk, jiyana gelê navçeya Çelebiyê ya girêdayî bajarê Kobanê û dikeve navbera Girê Spî û bajarê Eyn Îsayê de ketiye xeteriyê û gelek kes ji ber tirsa komên girêdayî dewleta tirk ji malên xwe derketin. Ji gelê Çelebiyê dayikên ku dest ji mal û axa xwe bernedane wiha behsa girêdan û baweriyên xwe ya bi şervanan dikin.
'Di koçberiyê de zarokan jiyana xwe ji dest dan'
Dayika bi navê Gulîzar Hecmêdih bal kişand ser êrîşan û wiha got: "Dema çeteyên Erdogan êrîşî navçeya Çelebiyê kirin, gel ji ber balafirên şer neçar man koçber bibin, lê me dev ji malên xwe bernedan û em dest jê bernadin. Dewleta tirk zarok û jinan hedef digire û piştre derdikeve ser ekranên televizyonan û dibêje ku ez sivîlan nakujim. Ma ne zarokên me hemû di nava refên QSD’ê de ne. Ha ez kuştim, yan jî zarokên min yên şervan kuştin ma çi ferq dike. Jixwe her dayik bi zarokên xwe re dimire. Komkujiyên ku li Serêkaniyê bi ser gel de anîn û çekên qedexekirî bi kar anîbûn di dîmenan de me dîtin. Êdî jiyana me bûye weke fîlîmên tirsê. Zarokê bi navê Mihemed ku 13 salî ji Serêkaniyê bû, gelo ma ew zarok çi sûc kiribû heta ku ew bibe qurban. Weke wî gelek zarokên din, zarokên li ber singa dayika xwe têne kuştin, ma çi gunehê van zarokan heye. Ma ev wehşeta dewleta tirk nayê dîtin."
'Li Efrînê Barîn bû, li Girê Spî jî Amara ye'
Gulîzarê wiha dewam kir: "Dewleta tirk dixwaze axa me dagir bike lê em nahêlin. Armanca Erdogan ew e ku careke din dewleta Osmanî nû bike û bi xwe re xeteriyeke mezin tîne. Dixwaze ji nû ve DAIŞ'ê ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîn bike. Sîstema qirêj ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê pêk tînin îro jî li van herêman dubare dikin. Li Efrînê bi cenazeyê şervana YPJ’ê Barînê lîstin, vê carê jî bi cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas lîstin. Van keçên me yên ciwan û xwedî rûmet tu sûcên mirovahiyê nekirine. Ew tenê ax, rûmet û malbatên xwe ji dagirkeriyê diparêzin. Lê çeteyên hov, yên tirkan li her derê heman wehşeta xwe bi kar tînin. Ev êrîşên ku di derheqê jinan de tên kirin êrîşek derveyî exlaq û mirovahiyê ye ev tu carî nayê qebûlkirin. Em sîstema dewleta tirk napejirînin."
'Em bi saya keda zarokên xwe dijîn'
Dayika bi navê Perîşan Hec Îdan diyar kir ku ji ber êrîşa dewleta tirk û hovîtiya çeteyên wê zarok û jin derûniya wan xirab bûye û wiha domand: "Ji ber balafirên şer yê dewleta tirk derûniya zarokên me û jinên ducanî xirab bûne. Ji ber van êrîşan hîn jinên ducudanî zarokên xwe berî dema xwe anîn dinya yê. Gelek kes ji ber koçberiyê perîşan bûne. Dema şer li Girê Spî dest pê kir gelê li wir berê xwe dan navçeya Çelebiyê. Gelek zarok ji ber zehmetiyan nexweş ketin. Gelek malbat ji malên xwe derketin, lê me şervanên xwe bi tenê nehişt. Em li kêleka wan bûn. Em ê li pişt zarokên xwe bin. Bi saya keç û xortên xwe em ser axa xwe ne. Erdogan dibêje YPJ/YPG terorîst in. Ev ne rast e. Me tu carî axa kesî dagir nekiriye, lê dewleta tirk êrîşên derveyî exlaqiyê dike. Ez xwe rojê deh caran qurbana şervanên xwe dikim. Ger îro em li vir dijîn û dikarin bijîn ew jî saya serê zarokên me yên şervan in. Heta yek ji me sax be em ê li pişt zarokên xwe bin û em axa xwe bernadin. Em ê li pişt zarokên xwe bin û bi vîna xwe bi ser bikevin."







