Kanên xîzê yên bêruhsat tên çêkirin rêya Çemê Dîcleyê digûherînin!
- 09:14 26 Cotmeh 2019
- Rojane
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê li ser Çemê Dîcleyê kanên xîzê yên ku hatine çêkirin, ji ber bîrên di encama wan de vebûne heta niha bûne sedema mirina gelek kesî. Li dijî ku ji bo kananan dayîna rûhstê qedexe ye jî bi xebatên ku tên berdewamkirin rêya herikîna ava çem hat guhertin.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê li ser Çemê Dîcleyê kanên xîzê yên ku hatine çêkirin û bi salane li dijî hemû bertekan nehatin girtin roj bi roj tên zêdekirin. Li bajar hejmara çêkirina kanên xîzê ku 6’an derbas dike herî zêde di ev kan di navbera Cizîr û Bajarokê Qeserikê ya girêdayî Şirnexê de hene. Ji van kanên xîzê bi tenê ruhsata yeke heye û hat zanîn ku dayîna ruhsata kanên xîzê jî qediya ye. Li dijî vê jî kanên xîzê her roj bi xebata ku tê kirin zêde dibin.
Kanên xîzê çem zuha dikin
Li Cizîra Şirnexê li ser Çemê Dîcleyê gelek kanên xîzê hatine çêkirin û roj bi roj çem ziwa dibe. Kanên hatine çêkirin jiyana zindiyan jî dike xetereyê û li gel gilyê tê kirin jî kan nayên girtin. Kanên ku zirarê didin gelê herêmê ne ruhsata wan û ne jî rapora wan ya ÇED’ê heye. Di bîrên di nav çem de ku ji ber kanan vebûne de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dane.
Gelek kesî ji ber van kanan jiyana xwe ji dest dane
Ji aliyek dinê ve jî kanên ku hatine çêkirin zirareke mezin didin zindiyên ku di nav çem de dijîn. Li kêleka çem şînkahiya ku hindike ji ber kanên xîzê zêdetir kêm dibe. Her wiha kanên hatine çêkirin dibin sedem ku di nav çem de bîr çêbibin. Li cihên ku bîr çêbûne bi tenê di nav du salên dawiyê de kesên ji bo xwe hênik bikin dikevin nav çem, zêdetirê wan zarok bi giştî nêzî 20 kes xeniqîne û jiyana xwe ji dest dane.
Rêya çem hatiye guhertin
Li dijî van hemûyan xebatên kanan nayên sekinandin û nakin bin kontrolê. Ev demeke jî li hîn cihên çem xet hatine kişandin. Kesên ku kanan vedikin, li pişt xeta ku kişandine xebatên xwe berdewam dikin, ji aliyek dinê ve jî ji ber xetan li hin cihan rêya çem hatiye gûhertin.







