Em mîlyon in: Em bi êrîşan bi dawî nabin

  • 09:16 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
WAN -Jinên Wanê bertek nîşanê operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê dan û gotin: “Hûn dagir dikin, şaredariyê xesp dikin. Lê Kurd bi van êrîşan bi dawî nabin. Êdî bes e.”
 
Ligel êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Tirkiyeyê jî ji bo gelek şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin û bi qeyûman re hevşaredar, endamên mesclîsên şaredariyê hatin binçavkirin û girtin.
 
Bajar hatin dorpêçkirin û li taxan tevgera helîkopter û polîsan tê jiyîn. Gel bertek nîşanê vê dan û diyar kirin ku hem şer didin destpêkirin, hem îradeyê xesp dikin û gotin êdî bes e.
 
‘Em bi mîlyonan e’
 
Zarîfe Kilinç destnîşan kir ku divê hikûmeta AKP’ê dawî li polîtîkayê şer bîne û wiha berteka xwe anî ziman: “Bila ev şer, xwîn, komkujî bê sekinandin. Bila aştî pêk bê. Bila şer raweste. Zarok jin di şer de dimirin.Bila vê baş bizanin, nikarin Kurdan biqedînin. Em bi mîlynan e. Li her derê cîhanê Kurd hene. Em ê heta dawiya jiyana xwe vê dozê biparêzin.”
 
‘Qeyûm tayên keyayên me jî kirin’
 
Zarîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de pirsa ‘hûn çima parlamenter û hevşaredarên me digirin, pirsî û wiha pê de çû: “Qeyûm tayînê cihê keyayên me jî kirin. Ger şer neyê rawestandin, tayînkirina qeyûman bi dawî nebe wê demê bila behsa wekheviyê nekin. Polîs bi şev û roj li taxan digerin. Em bi şev nikarin derkevin derve. Dengê bombeyên gazê û deng tên. Derûniya zarokên me xera bû. Divê jin li dijî van zextan bertek nîşan bidin.
 
‘Mafê wan tune ye ku bikevin nava axa kesî’
 
Kaze Kalkan Kalkan jî diyar kir ku di bodrumên Cizîrê de du xizmên xwe winda kiriye û wiha berdewam kir: “Çawa ku mafê min tune ez bikevin mala kesekî, mafê Erdogan jî tune bikeve axa kesî. Ji bo aştiyê, ji bo xwîn bê sekinandin, ji bo kes nemire divê em hemû dest bidin hev. Xizmên me di jêrzemînên Cizîrê de hatin qetilkirin. Em naxwazin canê kesî bişewite.”
 
Gule Numaş jî bi lêv kir ku tu kes di şer de bi ser nakeve û got: “Şer mirin e. Ji ber şer krîza aborî tê jiyîn. Mirov nikarin debara xwe bikin. Bi salane Kurd tên kuştin. Gelo bi mirinê Kurd qediyan? Bikujin jî bigirin jî Kurd naqedin.”