Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez: Astengdarî gel mexdûr dike

  • 09:19 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez diyar kir ku biryarên wan yên der barê bername û xizmetên ku dikin de rastî astengiya qeymeqamê navçeyê tê û got: “Ev gel mexdûr dike. Her çiqas qeyûm neyê tayînkirin jî bi awayekî fîîlî em pêvajoya qeyûm dijîn.”
 
Gelek biryar û bernameyên Şaredariya Dêrikê ya HDP’ê, rastî astengiya Qeymeqamê navçeyê Hakan Kafkas tê. Qeymeqamtiyê ewil der barê navê parka ‘Ugur Kaymaz’ biryara radestkirinê da. Di biryarê de hat diyar kirin ku îdia kir ku Ugur Kaymaz têkiliya wî bi terorê de heye.
 
Qeymeqamtî biryaran di cih de nabîne
 
Demek berê vekirina avahiya xizmetê ya nû jî rastî astengya Qeymeqamtiyê hat. Di rojên pêş de dihat plankirin ku ‘Mîhrîcana Zeytunê’ pêk bê lê ev jî ji aliyê qeymeqamtiyê ve di cih de nehat dîtin. Her wiha qutiyên çopê yên şaredariyê dixwest bi cih bike jî rastî astengiyê hat. Ligel qeyqamtiyê, Waliyê tayînê şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê bû Mustafa Yaman otobusên demek berê dabûn şaredariyê şûnde kişand û dest danî ser maşîneyên kar û wesayîta cenazeyê.
 
‘Bi astengiyan gel tê mexdûrkirin’
 
Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez der barê astengdariyan de axivî û got piştî hilbijartinên herêmî rastî pêkanînên neyînî hatine û wiha got: “Ji bo her faliyetê destûra walîtiyê ferz kirine. Xebatên binesaziyê jî di bin kontrola polîs de tên kirin. Dema me pirtûkên Kurdî li zarokan belav dikir, em rastî şopandina polîsan hatin û hewl dan asteng bikin. Şaredarî cihê xizmetê ye. Hewldana me ya ji bo çêkirina riyan jî bi hinceta ewlehiyê tên astengkirin. Ji ber van astengdariyan gel û esnaf mexdûr dibin.”
 
‘Em bi awayekî fîîlî qeyûm dijîn’
 
Mulkiyeyê destnîşan kir ku qeymeqamê ku ‘Mîhrîcana zeytunan’ asteng kiriye, mîhrîcanek dişibe vê pêk aniye û got ew rastî pêkanîna newekheviyê tên. Mulkiyeyê ev tişt daxuyand: “Qeymeqam bixwe mîhrîcanê dike pirsgirêk. Li Mîdyatê mîhrîcanê pêk tîne, destûr tê dayîn. Lê ji bo yên şaredariyê nayên dayîn. Me li Cizîr, Nisêbîn û Qoserê ev dîtin. Her çiqas em bêjin qeyûm nehatiye tayînkirin jî bi awayekî fîîlî em qeyûm dijîn. Em hewil didin xizmetê bidin gelê xwe. Lê dixwazin şaredariyên HDP’ê bê bandor bihêlin. Naxwazin bidin xebitandin.”
 
‘Em ê çareser bikin’
 
Mulkiyeyê bi lêv kir ku bi tayînkirina qeyûmê ji bo şaredariya bajarê mezin, faliyetên şaredariyên navçeyan yên HDP’ê jî hatine sekinandin û got: “Ev xizmet xizmetên ku divê ji bo gel bên kirinê ne. Astengkirina wê gel ceza dike. Dîsa jî çi dikin bila bikin em bi hev re ne. Em ê xebatên xwe heta dawî bimeşînin.”