Li dijî êrîşên dewleta tirk bi sedan şêniyên Qamişloyê meşiyan

  • 13:24 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk herikîn qadan û helwesta xwe bi meşekê nîşan dan.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Kongreya Star bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên wê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. 
 
Di meşê de pankertên bi nivîsa "Em dagirkeran li ser axa xwe naxwazin","Na ji bo siyaseta talankirin û qirkirina li ser gelan" û " Na ji bo dagirkeriya tirk û DAIŞ'îyan" hatin hildan.
 
Meş ji çerxereya şehîdên Entirnasyonal dest pê kir û li pêşiya goristana şehîd Delîl Saroxan veguherî mêtîngê.
 
'Hisabên siyasî li ser projeye ye me demokratîk tê kirin'
 
Endama Kordinasyona  Kongrey Star Heyifa Erebo axivî û wiha got: "Em destpêkê têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê silav dikin. Her wiha em berxwedna hemû gelên herêmên li hember hemû rengên dagirkeriyê silav dikin. Em hemû dizanin ku em di pêvajoyeyek dîrokî de derbas dibin. Êrîşê ku li ser herêmên me tên kirin li dijî rûmeta gelê me ye. Di nav de zarok û jin tên qetilkirin. Îro tiştên ku li ser me tê kirin, dixwazin em teslîm bibin û careke din kirasê koletiyê li xwe bikin. Têkoşîna gel û şervanên me hişt ku dunya li xwe vegere. Berxwedana me berxwedaneke rewa ye. Pilanên siyaseta qirêj dîsa careke din li hev ketin. Îradeya gelê me parastina me ji axa me re hişt ku hemû dagirker têk biçin. Em mirovên aşîtîxwaz in. Hesabên siyasî li ser siyaseta me demokratîk tê kirin. Êrîşên li ser îradeya jinê tên kirin me dît çawa li Hevrîn, Amara û Çîçek  hat kirin. Hesabên li ser xwîna me tên kirin em qebûl nakin . Rûmeta me ji her tiştî mezintir e . Ev axa me ye rûmeta me ye."
 
Meş bi dirûşma "Bjî berxwedana Rojava " bi dawî bû.