Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em ê heta 25'ê Mijdarê li qadan bin
- 13:57 26 Cotmeh 2019
- Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya HDP'ê diyar kir ku ew ê heta 25'ê Mijdarê li dijî siyaseta qeyûm, li dijî xizaniyê, li xespkirina mafê nefeqeyê, bi rêxistinên jinan û bi femînîstan li qadan bin.
Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Rêxistina Bajarê Çankayayê ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Li Eywana ku pankarta "Em li dijî tundiya dewlet-mêr serî hildidin" hat vekirn daxuyanî ji aliyê Turkan Demir ve hat xwendin.
'Tundiya li dijî jinê bi awayekî sîstematîk didome'
Turkanê wiha go:"Gelek jin di encama polîtikayên sîstemê yê çewt de jiyana xwe ji dest didin. Tundiya li dijî jinê bi awayekî sîstematîk didome. Em dizanin cinayetên jinan polît in û divê bi awayekî polîtîk pêşî lê bê birîn. Divê zagonên bêcabûnê bên guhertin. Xweparastin maf e û em ê her li ba jinên xweparstina xwe dikin, bin. Em heta 25'ê Mijdarê li dijî siyaseta qeyûm, li dijî xizaniyê, li xespkirina mafê nefeqeyê, bi rêxistinên jinan û bi femînîstan li qadan bin. "
ENQERE-Meclîsa Jinê ya Enqereyê ya HDP'ê diyar kir ku ew ê heta 25'ê Mijdarê li dijî siyaseta qeyûm, li dijî xizaniyê, li xespkirina mafê nefeqeyê, bi rêxistinên jinan û bi femînîstan li qadan bin.