Şêniyên Kampa Berxwedanê êrîş û dagirkerî şermezar kirin
- 14:56 26 Cotmeh 2019
- Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Kampa Berxwedanê ya Şehbayê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava meşek bi dirûşma "Na ji faşizim û dagirkeriya Erdogan re" meşek li dar xistin.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, şêniyên Kampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya Şehbayê meşek bi dirûşma "Na ji faşîzîm û dagirkeriya Erdogan re" li dar xistin. Şêniyên Kampa Berxwedanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endam û rêveberiyên sazî û dezgehê sivîl tevlî meşê bûn.
Meş ji parka kampê heya noqteya Heyva Sor a Kurdî berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Rojava Rûmeta me ye, rûmeta xwe biparêzin", "Ji bilî serkeftinê tiştek din nîne", "Bijî hêza QSD'ê" hatibû hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê daxuyaniyek hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Mihemed Ebdo ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
"Bi gelemperî bûyerên ku niha li Sûriyeyê diqewime bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî zelal tê xuyakirin ku kapîtalîzim û dewletên Cîhanê û navenda hegemonîk di hundir alozî û pirsgirêkan de dijî. Emerîka û Rûsya di nava xwe de Sûriyê dan parçekirin. Divê pêvajoya dawî de Seroka Emerîka Trump da zanîn ku ew ê leşkerên xwe di hin mêtîngehan li Rojhilatê Firatê bikşîne. Ev tê wateya radestkirina deveran.
Bi êrîşkirina dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çekên qedexekirî li ser gel bi kar anîn û siyastemendara kurd Hevrîn Xelef hedef girtin ji bo qirkirina Gelê Kurd. Erdogan bû sedema komkujiyên ku li Efrînê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Daxwaza me ew e ku dewleta tirk a dagirker ji tevahî xaka Sûriyê derkeve.
Divê rewşên asteng de em neyên xapandin bi şerên derûnî yên ji hêla hin qenalên mediya tên kirin. Baveriya me ji hêzên me heye û em ê her dem şopdarî rêya şehîd û Rêberên xwe bin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Rojava","Bimire îxanet" bi dawî bû.







