Jinên Qamişloyê: Em ê bi canê xwe û zarokên xwe tevlî cenga têkoşînê bibin

  • 15:06 26 Cotmeh 2019
  • Rojane
Roj Hozan-Şêrîn Zêrevan
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê yên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk  bûne bi rengên cuda helwestên xwe li hember hovîtiyê didin nîşandan û dibêjin:  "Em ê bi canê xwe û zarokên xwe tevlî cenga têkoşîn û rûmetê bibin. Em   hemû jin li qada ne da ku em bidin diyarkirin ku hêrsa me ya têkoşînê mezin e. Em ji tirsê mezintir in."
 
Êrîşên dewleta tirk ji 9'ê Cotmehê de  li ser Rojavayê Kurdistanê tên kirin. Hêrsa têkoşinê di dilê her mirovekî de lêxist.  Bi hezaran gel li Rojavayê Kurdistanê li qadên têkoşîn û berxwedanê ne û êrîşên li ser hebûn û rûmetê red dikin. Di meşa ku li bajarê Qamişloyê li dijî êrîşan pêk hat, rengên cuda yên helwestan ji çavan re tên dîtin. Li aliyekî dayik bejna xwe bi ala kurdî  xemilandine û nîşana serkeftinê bilind dikin û li aliyê din jî zarokên ku hîn nizanin şer çi ye li ser milê dayikên xwe yên berxwedêr fêrî têkoşînê dibin. Têkildarî mijarê jinên bajarê Qamişloyê yên ku tevlî meşa li dijî êrîşên dewleta tirk bûne nêrîn xwe ji me re parve kirin.
 
'Em ji tirsê mezintir in'
 
Jina bi navê Hendaî Reşo yek ji beşdarvanên meşê bû, zaroka xwe ya ku hîn di dergûşê de ye hilgirtiye ser milê xwe û li dijî êrîşan banga azadiyê dike. Hendaî li dijî êrîşên dewleta tirk wiha nêrîna xwe parve dike: " Dema  ku tê gotin Gelê Kurd rabin ser piyan ji bo hebûn û rûmetê, em bi can û zarokên xwe tevlî dibin. Ji 7 salî heya 70 jî em li dijî êrîşan disekinin. Divê em hemû jin zarokên xwe yên di dergûşan de jî rakin têkoşînê. Bila ji niha de fêr bibin ku xwedî dijmin in û axa wan rastî êrîşan tê. Ger ji niha de fêr nebin ku azadî û axa wan bê têkoşînê nayê  parastin wê çaxê em nikarin nifşên nû li ser hezkirina azadiyê mezin bikin. Îro em hemû jin li qada ne da ku em bidin diyarkirin ku hêrsa me ya têkoşînê mezin e. Em ji tirsê mezintir in. Ev çend sal in em di nava berxwedanê de ne. Li Rojavayê Kurdistanê û wê zarokên me jî li paş me di nav de bin. Em aşiqên axa xwe ne. Azadî para me ye."
 
'Em dayikên pakrewanên welat in'
 
Jina bi navê Zekiya Cûma jî yek ji dayikên ku tevî meşê bûye li ser êrîşan wiha dibêjê: "Erdogan êrîşî welatê me yê aram dike. Êdî bes e ji Erdogan re bila hew zarokên me qetil bike? Em dayikên pakrewanên welat in. Em li ser axa xwe ne û li ser vê axê canê xwe jî bidin. Bila em li kêleka zarokên xwe yên pakrewan bin û em narevin tu welatên din. Serkeftin a me ye."