Jinên alîkariya kampanyaya Rojava kirini: Em kurd yek in
- 16:53 26 Cotmeh 2019
- Rojane
HEWLÊR - Kampanyaya alîkarî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ku ev hefteyeke li bajarê Hewlêrê bi navê ‘Hawara Nîştiman’ di pêşengtiya komek çalakvanên jin de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Jinên alîkariya kampanyaya Rojava kirini:" Em kurd yek in."
Kampanyaya alîkarî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ku ev hefteyeke li bajarê Hewlêrê bi navê ‘Hawara Nîştiman’ di pêşengtiya komek çalakvanên jin de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di roja dawî ya kampanyayê de bi beşdarbûna koma muzîkê ya Mezopotamya çalakiyek hunerî û muzîkî hat li darxistin. Di dawiya kampanyayê de çend stranên li ser berxwedana Rojava hat pêşkêşkirin. Kampanya rojane ji 9’ê heta 10’ê şevê berdewan dikir. Di nav de Şîrê zarokan, derman, cil û berg û pere jî hate komkirin.
Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê çend rojan kampanya bi navê Hewara Niştîman ji bo alikariyê hatibû dastpêkirin. Armanca vê kampanyayê komkirina alîkariyan ji bo penaberan e. Her çendî ku kampanya bi dawî bûye jî lê belê rêxxistana kampanya ragihandin ku rojek din dirêj kirine, da ku hîn zêdetir alîkarî di aliyê derman û pêwistiyên bijîşkî de were komkirin.
‘Alîkariyên ku tên vê carê gelek zêdetir in’
Rojnamevan û çalakvan Niyaz Ebdullah di derbarê kampayayê de wiha got: “Ev kampanya bi berdewamî ji bo buyerên Rojhilatê Kurdistanê û Başurê Iraqê ji hatibû destpêkirin. Vê carê bi taybet ji bo Rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Alîkariyên ku tên vê carê gelek zêdetir in. Tişta ku min di çavê ew kesên ku alîkarî dikin de dîtî ku dihatin alîkarî dikirin dilsoziya xwe ya ji bo şervanên ku li Serêkaniyê li dijî hêzên dagirker yê dewleta tirk şer dikin re dianîn ziman. Birêvaçûna vê kampanyayê ji kampanyayên din ew e ku hêjmara jinên ku beşdariya xwe jêre çêkirine zêdetir e. Bi taybet ji bo piştgiriya Rojava.”
‘Pêwîst e hemû jin çalak bin’
Peyam Hezam ku beşdarî kampanyayê bû wiha got: “Pêwîst e hemû jin hîn zêdetir bi awayek çalak beşdarî kampanyayan bibin.







