Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bi êrîşan re rûbirû dimîne
- 08:50 27 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên sîber li ANHA'yê tên kirin ku ji Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike.
Êrîşên sîber li Ajansa Nûçeyan a Hawarê ANHA’yê ku ji Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê weşanêdike tê kirin.
Lijneya Weşanê ya ANHA'yê ku derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand bi rêya daxuyaniya xwe ev agahî dan: “Ji ber ku li ser malpera me êrîşên sîber hene em nikarin nûçeyan biweşînin. Lê em ê van êrîşan pûç bikin û sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta tirk deşîfre bikin.”







