Rojnameger Nevîn Sungur: Li Tirkiyeyê ne pêkan e ku mirov behsa rojnamegeriyê bike

  • 09:13 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nevîn Sungur bandora zimanê ku rojnamegeriya şer li ser civakê dike nirxand û wiha got: “Yên şer didin destpêkirin û bi rê ve dibin, di vê pêvajoyê de yek ji hewcedariya wan ya herî mezin piştgiriya raya gişti ye. Pêkanîna vê piştgiriyê jî bi riya çapemeniyê tê bikaranîn. Desthilatdarî, ji bo şer bi civakê bide qebûlkirin û hînê vê pêvajoyê bikin, ji çapemeniyê daxwaz dikin ku pesnê şer bê dayîn.”
 
Li gorî daneyên Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, ji dawiya sala 2017’an heta niha di 15 salan de 15 hezar rojnameger hatine qetilkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Parastina Rojnamegeran jî ji bûyerên êrîş û suîkastan wêdetir, herî zêde di herêmên şer rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane. Ji bo peyam bên dayîn herî zêde rojnameger tên qetilkirin. Lê rojnamegeriya şer tenê bi rîskên jiyanê ne sînor e, di heman demê de, etîka rojnamegeriyê jî girîng e.
 
Rojnameger Nevîn Sungur ku bi salan li Rojhilata Navîn li herêma şer nûçe şopandiye, der barê nûçegîhaniya şer de, pirsên me bersivand.
 
*Em dikarin we nas bikin?
 
Min di 1991’an de di kovara Tempo de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştre di ATV, de di bernameyên A Takimi û Habercî de nûçegîhandî kir. Di 2001’ê de derbasî Navenda Nûçeyan a NTV’ê bûm. Ligel şopandina nûçeyên rojane, li Afganîstan, Iraq û Fîlîstanê min şer şopandin. Di 2006’an de derbasî Buroya Burukselê ya NTV’ê bûm. Heta 2008’an li wir xebitîm. Piştre di 2011’ê de bi avabûna ÎMC’ê re di wir de xebitîm û bernameya Haber Peşîn de amade kir. Ji 2016’an het aniha jî serbest dixebitim û ji ekîbên nûçeyên biyanî re xizmeta produktoriyê dikim.
 
*Di mijara nûçegîhaniya şer de çi difikirî? Wek nûçegîhanek şer li herêmên şer we çi nîşan da?
 
Her çiqas ji gotina ‘nûçegîhaniya şer’ hez nekim jî, li wan herêman ji bo rojnamegerî bê vegotin, têgeheke ku pir zêde tê bikranînê ye. Li gorî min, li herêmên şer jî li kolanan jî nûçegîhan heman tiştî dikin, li pey nûçeyan e. Bêguman li herêmên şer şert û merc giran in. Lê di esasê de motîvasyon heman tişt e. Di demên min yên bê tecrube de, hesta aksiyonê ya ku ez diketimê, hebû. Lê ji vê dur ketim û hewl da ez zêdetir girîngî bidim rewşên ku sivîl dijîn.
 
*Em ji gotina ‘şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dikin’ derkevin rê, ji çavdêriyên we, hûn rewşê çawa dinirxînin?
 
Belê rast e, li herêmên pevçûn û şer serdestî bi çekan tê avakirin, hêz bi çekê tê pîvan û xurt û qels li gorî vê tê diyarkirin. Jin û zarok ji ber vê bê parastin in û û rastî şîdetê tên. Ev ne tenê şîdeta fîzîki ye, ji şîdeta hestyarî jî ji mêran zêdetir bi bandor dibin.
 
*Di hawira şer de zehmetiyên ku rojnamegerek dijî çi ye?
 
Di hawira şer de zehmetiya herî mezin xwegîhandina agahiyên rast e. Ligel vê di bin bonbebaranan de mayîn jî aliyê herî zehmet e. Gelek caran şertên fîzîkî tên çareserkirin, hele di roja îroyîn de teknolojî şertên xebata rojnameger hêsantir dike. Lê heman teknolojî dikare qirêjiya agahiyan jî bi heman awayî hêsan bike. Zextek din jî ev e ku, di wê tansiyona bilin de nûçe bi cesaret çêkirin, rêje, îstatîstik û ji dîmenên şîdetê parzûnkirin û di formatek kur de rûniştandine. Bêguman ev bi edîtoryaya weşanê jî ve girêdayî ye.
 
*Di hawira şer de di dema şopandina nûçeyan de li dijî xetereyan dikare çi bê kirin?
 
Ji bo nûçegîhan yek ji xetereyên herî mezin di nav demê de veguherîna girêdayîna bi adrenalînê ye. Ev hem nêrîna nûçegîhaniyê xera dike û hem jî rojnameger davêje xetereyên hewce nake. Ji bo rojnameger ya herî girîn tecrube û hestiyariya bi tecrubeyê tê ye. Min jî ewil xwe xist hestên aksiyonê. Lê piştre bi kûrahî fikirîm. Min bi tecrubeya xwe zor û zehmetiyên fîzîkî çareser kir.
 
*Hûn bandora zimanê rojnamegeriya şer ya li ser civakê çawa dinirxînin?
 
Yên şer didin destpêkirin û bi rêve dibin, di vê pêvajoyê de yek ji hewcedariya wan ya herî mezin piştgiriya raya gişti ye. Pêkanîna vê piştgiriyê jî bi riya çapemeniyê tê bikaranîn. Desthilatdarî, ji bo şer bi civakê bide qebûlkirin û hînê vê pêvajoyê bikin, ji çapemeniyê daxwaz dikin ku pesnê şer bê dayîn. Ev jî dibe sedema ku bi riya çapemeniyê piştgirî ji bo şîdetê tê dayîn. Civak bi kanalên çapemeniyê, zimanê şer erê dikin û daxwaz dikin ku bidome. Ya herî bi xof jî ev e.
 
*Hûn cudahiya di navbera rojnamegeriya şer û rojnamegeriya aştiyê de dikarin vebêjin?
 
Rojnamegeriya şer li gorî min; Vegotineke xwe dispêre bombebarandina agahiyek pasîs û aksiyonê. Rojnamegeriya aştiyane jî, cureyeke nûçegîhaniye ku bi hestiyarî tev digere, ne armancê leşkerî, şert û mercên ku sivîlan esas digire ye.
 
*Hûn rojnamegeriya şer ya îro çawa şîrove dikin?
 
Li Tirkiyeyê mixabin ne pêkan e mirov behsa rojnamegeriyê bikin. Ji ber vê li gorî min, em bêjin şerxwazî, baştir e.