Jinên Mexmurê Ambargo Şermezar kirin

  • 10:05 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Jinên Mexmurê derbarê ambargo û dorpêçê de dan diyarkirin ku ji beri ambargo û dorpêçê  gel gelek zor û zehmetiyan dikişîne.
 
Ji 17’ê Tirmehê ve ji aliyê Hukumeta PDK’ê ve ambargo û dorpêç li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ê tê meşandin. Ji ber ambargo û dorpêça ku hat destpêkirin, bi tu awayî nexweş û karker ji di navde destur nayê dayîn ku şêniyên Mexmurê derbasî bajarê Hewlêrê bibin. Jinên Mexmur ku bertek nîşanî vê rewşê dan, diyar kirin ku ji ber vê ambargoyê şêniyên wargehêl gelek zor û zehmetiyan dikşînin.
 
'Ji ber ambargoyê gel bi zahmetiyan re rûbirû dimîne'
 
Dayika bi navê Şaristan Durmaz nerazîbûn nîşanî ambargo û dorpêça ku berdewam dike da û wiha got: “ Li dora 100 rojî ye ku  li ser Wargeha penaberan a mexmurê amgargo heye. ji ber ambarogyê gelê wargehê gelek zor û zehmetiyan dikişîne. Bi tu şêweyê nexweş, karker ji di nav de destur nayê dayin şêniyên wargehê derbasî bajarê Hewlerê bibin. Em penaberîn, ger em rojane nexebitin em nikarin debara xwe bikin. Ev ambargo û dorpeça ji aliyê  Hukumeta PDK’ê tê meşandin giredayi komplo û dewleta tirk e.”
 
‘Ev êrîş berdewamiya Komploya 9’ê cotmeheyê ne'
 
Şaristanê bal kişand ser êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê jî û  got: “Îro li ser Rojava şerekî dijwar tê meşandin. Ev êrîş berdewamiya Komploya 9’ê Cotmeheyê ne. Li dijî êrîşên li ser Rojava bi hezaran lehengên  wekê Arin Mirkan canê xwe feda kirine.  Dijmin  divê ve yekê baş bizanibe ku Gelê Kurd tu caran xilas nabe. Serkeftin ya şervan û Gelê Kurd ku niha di çeperan de  li ber xwe dide ye.”
 
‘Dewleta tirk û hevkarên wê dixwazîn Gelê Kurd tunê bikin’
 
Jina bi navê Şehrê Seven jî  ambargoya ku li ser gelê wargahê tê meşandin şermezar kir û got:” Ez  ambargo û dorpêça li ser Mexmûrê bi tundî şermezar dikim û dibêjim bila demildest ev ambargo bê rakirin." Herwiha Şehrê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Dewleta tirk û hevkarên wê li ber çavê cihanê Gelê Kurd wekî dostê xwe nişan didin, lê ji aliyekî ve jî bi salane vî gelî qetil dikin. Ez êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava jî bi tundî şermezar dikim. ”