'Berîtanê pêşengeke mezin bû'

  • 10:59 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Berîtan (Gulnaz Karataş) di 28'emîn savegera şehadedat wê de  li Xanesorê bi merasîmekê bi bîr anîn. 
 
Biboneya 28'emîn salvegera şahadeta Berîtan (Gulnaz Karataş)  jinên Êzîdî li Xanesorê merasîma bîranînê li dar xistin û Bertîanê bi bîr anîn. Bîranîn li Navenda Giştî ya Laleşê ku Xanesorê ye bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû têkoşerên azadiyê hat destpêkriin. Piştî rêzgirtinê li ser navê  Kometa Şehîdan Meyan Nasir axîfî û xêrhatina kesên tevli merasîmê bûn kir.
 
Piştî axaftina destpêkê ya Meyanê sînevîzyona ku jiyana Berîtanê vedibêje  hat pêşandan û helava ji bo giyanê berîtanê hatibû amadekirin ji beşdarvanan hat belavkirin.  ku ji bo xwestekê Şehîd Berîtan bû hatibû çêkirin hat belav kirin. 
 
'Heta dawî em ê şopdarên têkoşîna wê bin'
 
Hevseroka Meclisa Xanesorê Hena Elyas a ku tevli merasîmê bû axivî û wiha got : “ Îro salvegera şahadeta Berîtanê ye. biboneye bîranîna wê em li vê dere kom bûne. Di 28'emîn slvegera şehadeta Berîtanê de em bejna xwe li ber bîranîna wê ditewînin. Xwestin Berîtanê teslîm bigirin lê wê hata dawî li ber xwe da. Ji bo çeka wê jî neyê desteserkirin şikand û xwe ji zinar de avêt. Piştî fermanê dema ku me fîlê jiyana Berîtanê vedibêje temaşe kir me têkoşîna wê jî nas kir. Her kesî navê Berîtanê li zarokên xwe kir û min jî navê keça xwe Berîtan danî. Heta dawî em ê şopdarên şehîdê xwe û têkoşîna berîtanê bin."
 
'Em şopdarên Zîlanê ne'
 
Zîlan Dersîm a  cîwan ku  ji bo bîranîna Şehîd  Berîtan hestên xwe anîn ser ziman ev tişt got: “ Di despekê de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Îro salvegera şahadeta heval Berîtan e. Şahadetekê pir pîroz e. Heval Berîtan ji bo nekevê deste  dijmin berxwedaneke mezin meşand.  Em jinên Ciwan pêwîste şoptarêN heval Berîtan bin. Şeehîd Berîtan û Şehîd Zîlan ji bo hemû jinan bûn pêşeng.  Em jinên Êzîdî her şoptarên doza şehîdên xwe ne.” 
 
Merasîm bi stranên ku zarokan ji bo berîtanê pêşkêş kirin bi dawî bû.