Nivîskar Nurcan Kaya hat binçavkirin
- 11:00 27 Cotmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Rojnameger û nivîskarê Arti Gerçekê Nurcan Kaya li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin.
Rojnameger û nivîskara Arti Gerçekê Nurcan Kaya, dema li Balafirgeha Stenbolê bû, hat binçavkirin. Nurcan, dema hat binçavkirin li ser hesabê xwe yê medya civakî got "Ez li Balafirgeha Stenbolê têm binçavkirin. Der barê min de biryara girtinê hatiye dayîn. Ev biryara 1'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ye."







