Kurd û dostên wan ji bo Rojava li cîhanê çalakiyên xwe didomînin
- 12:46 27 Cotmeh 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên şermezarkirin.
Kurd û dostên kurdan li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cîhanê li ser piyan e. Di çavrçoveya van çalakiyan de her roj li gelek welatan kurd dadikevin qadan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar dikin.
Li paytexta Norwêc Osloyê li ber avahiya Konsolosxaneya Tirkiyeyê mîtîngek pêk hat. Komek ji faşîstên tirk ên bi çalakiyê hesiyan xwestin provokasyonê bikin û li zarokekî 12 salî yê di nava çalakiyê de bû dan. Kurdistaniyan tevî provokasyona faşîstan jî çalakiya xwe pêk anîn.
Li danîmarkayê çalakiya girseyî
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bi dirûşma ‚ "Erdogan ji Rojava derkeve" çalakiyek pêk hat. Bi hezaran kes li meydana Vesterbro Torvê ya Kopenhagenê li hev kom bûn û bi dirûşmên ‚ "Faşît Erdogan ji Kurdistanê derkeve" meşiyan. Çalakî bi hevkariya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Danîmarkî pêk hat. Di çalakiyê de êrîşên rejîma Erdogan hatin şermezarkirin û ji hikumeta Danîmarkayê jî hate xwestin ku ji bo aramiya herêmê gavan biavêje.
Li Awusturyayê li dijî êrîşan belavok hatin belavkirin
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê çalakî li Herrengasseyê pêk hat. Di çalakiyê de der barê êrîşên dewleta Tirk de belavok hatin belavkirin.
Li Fransayê çalakiya êrîşan rawestînin
Li bajarê Aûdîncoûrt ê Fransayê bi banga şaredariyê û Komîteya Piştevaniya Rojava çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de ku gelek Fransayî jî tevlî bûn daxuyaniyek hate xwendin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa „ "Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava rawestînin“ hate hildan. Şaredar Marîe Claûde Gallard jî piştevaniya çalakiyê kir. Her wiha ji senatorên Partiya Sosyalîst Martîal Boûrqûîn jî beşdarî çalakiyê bû. Boûrqûîn li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku kurdan li dijî feraseta selefî ya li Rojhilata Navîn û li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê, sîstemeke sekuler, demokratîk afirandine. Boûrqûîn diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşa li dijî kurdan dixwaze bike ku çete ji nû ve xwe komî ser hev bikin û got, "Têkoşîna Kurdan ji bo tevahiya mirovahiyê ye."
Li Almanyayê li dijî êrîşan meş û mîtîng
Li bajarê Erfûrt ê Elmanyayê jî çalakiyeke mezin pêk hat û êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Bi vê armancê meş û mîtîngek pêk hat. Herwiha Êrîşên qirker yên dewleta tirk ên li dijî kurdan û gelên herêmê, li bajarê Dresden ê Elmanyayê bi meşekê hatin şermezarkirin. Nûnerên Partiya Çep a Elman, enternasyonalîst û antî faşîst jî tevlî çalakiyê bûn.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê êrîş bi meşekê hatin şermezarkirin. Piştre li Odeonsplatzê mîtîngek pêk hat. Qisekeran diyar kirin ku Erdogan û komên girêdayî wî niha li Rojava komkujiyan dikin, lê belê cîhan di nava bêdengiyê de ye. Di çalakiyê de dirûşmên , "Bijî berxwedana Rojava“hatin berzkirin.
Li Swêdê jî kurd li qadan bûn
Li payitextê Swêdê Stockholmê jî kurd daketin qadan û bi daxuyaniyên ku dan êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Li Fînlandiyayê li firokxaneyê çalakî
Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, jî kurd û dostên wan li balafirgehê çalakî li dar xistin. Di encame de ji bo 45 daqa ketina balafira Turkish Airlines hat sekinandin û gelek belavok jî hatin belavkirin.
Çalakvanên bi belavok banga boykota Turkish Airlines û aborîya şer a dewleta tirk kirin. Her wiha çalakgeran bal kişandin ser mijara êrîşên ku niha li rojavayê Kurdistanê - Bakûrê Sûrîyê tên meşandin. Pişti wî çalakvanên meşek li termînalê kirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.







