Çalakiya mertalên zindî di roja 7’an de berdewam kir

  • 13:00 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ku li navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kantona Kobanê hatibû destpêkirin di roja 7’an de bê navber dewam dike.
 
Çalakiya mertalên zindî li qada Şehîd Gelhat ya navçeya Çelebiyê ya girêdayî  Kantona Kobanê ku bi armanca parastina ax û rûmeta xwe li dijî êrîşên dewleta tirk hatibû lidarxistin, di roja xwe yê 7’emîn de berdewam kir. Duh nobet ji aliyê şêniyên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê ve dewer hatibû girtin.
 
Konê çalakiyê bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û sivîlên ku di berxwedana rûmetê de li Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên qedexekirî jiyana xwe ji dest dabûn û pankartên bi nivîsa "Em ji bo hêzên navneteweyî banga çavdêriya li ser herêmên xwe dikin, misogeriya vegera warê xwe dikin",  "Em ji hêzên navnetewî daxwaza derxistina komên girêdayî Erdogan ji herêmên xwe dikin û em dibêjin li dîjî komkujiyên ku tên kirin bêdeng nemînin." hatibû xemilandin. Çalakvanan bê navber bi dirûşma "Bimre dagirkerî" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
 
Çalakiya mertalên zindî didome.