TJKN, 2'emîn Kongreya xwe i bajarê Krasnadorê yê Federasyona Rûsyayê pêk anî

  • 14:29 27 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Navnetewî ya Jinên Kurd (TJKN) 2'emîn Kongreya xwe ya 2'emîn  li bajarê Krasnadorê yê Federasyona Rûsyayê pêk anî.
 
Ji Kazakîstan, Gurcîstan, Ermenîstan û ji bajarên cuda yên Rûsyayê nêzî 130 delegeyî tevli konferansa ku li  hêwana Konferansê ya Kafkasya ya Krasnodarê ku li Federasyona Rûsyayê ye bûn. Herwiha gelek nûnerên saziyên jinan ku li Rûsyayê xebatan dikin, siyasetmedar û rewşenbîran di kongereyê de cihê xwe girtin.
 
Kongre ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û  axaftina destpêkê ya kongreyê Seroka Tevgera Navnetewî ya Jinên Kurd Culyeta Aram kir.
 
'Armanc şikandina îradeyê ye'
 
Culyeta di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo nîşaneya dilsoziya bi şehîdan  re di salvegera şehîdbûna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ew kongreyê pêk tînin  û  bal kişande ser êrîşên  Tiriye yên li ser Girê Spî û Serêkeniyê ku di salvegera Komploya Navnetewî ya 9'ê Cotmehê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got, ''Ev ne tesadûf e. Dewleta tirk bi pejirandina Emerîkayê êrîş li ser Rojava daye destpêkirin. Li vir armanc ew e ku vê herêma bi fikrên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan tê rêvebirin û rêxistiniya wê tê kirin, îradeya wê bişkînin.''
 
'Vîna jinên Rojava ji bo jinên cîhanê bûye hêvî'
 
Culyeta diyar kir ku têkoşîna jinan bi têkoşîna mezin a Bêrîtan, Zîlan û Sarayan tê kirin û evtişt got: "Her ku ev têkoşîn mezin dibe û niha jî ev berxwedan li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê bi Hemrîn, Viyan, Şîrîn û Şevînan didome. Vîna jinan a ku li Rojava derketiye holê ji bo jinên cîhanê bûye hêvî."  
 
Di kongreyê de rêvebriya nû ya Tevgera Navnetewî ya Jinên Kurd hate hilbijartin. Culyeta Aram ji bo seroktiyê hate hilbijartin. 
 
Piştî kongreyê bi tevlêbûna delegeyên li kongreyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.