Hevşaredarên hatin girtin sirgûnî Kayseriyê kirin
- 14:38 27 Cotmeh 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ya Peyasê Kezîban Yilmaz û ya Kocakoyê Rojda Nazlier ku hatibûn girtin, ji Amedê sirgûnî Qeyseriyê kirin.
3 hevşaredarên ku bi darbeya qeyûm ji peywirê hatibûn girtin Selçûk Mizrakli, Kezban, Yilmaz û Rojda Nazlier ku ji 22'yê Cotmehê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D'yê ya Amedê dihatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Qeyseriyê kirin.
Hat ragihandin ku hevşaredar roja şemiyê saet 05.00'an hatine sirgûnkirin û tû sedemek ji bo sirgûnê nehatiye nîşandan.







