Mamosteyên ziman bi meşeke girseyî êrîşên tirkiyê şermezar kirin
- 14:52 27 Cotmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi hezaran Mamosteyên Ziman û Xwendekarên dibistanên Kantona Hesekê daketin qadan û êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na" bi hezaran mamosteyên ziman û xwendekarên dibistanên Kantona Hesekê meşek girseyî lidarxistin. Mamoste wêneyên jin û zarokên ku di êrîşên li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên fosforê hatin qetilkirin û bi pankartên bi nivîsa "Tirkiyê xeteriyek li ser zanistê ye" hatin hilgirtin. Meş ji çarxereya Sînalokê hat despêkirin û piştî ku meşvan li Çarxereya Itfayiyê rawestiyan daxuyanî hat dayîn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şervanên azadiyê daxuyanî ji aliyê Endama Rêvber a Dibistanan Bêrîvan Yaso ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di sed sala 21'ê de mirovahî gihiştiye astek herî bilind a mafên mirovan, bi taybet mafê jiyan, aramî û perwerdehiyê. Ev di qadên navneteweyî de bûne pîvan û statûyên jiyana mirovan. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku piştî berxwedaniyek bêhempa ji aliyê şervanên Azadiyê YPJ/YPG'ê û QSD'ê li hember hêzên radîkal hate meşandin û bi alîkariya hêzên navneteweyî ji holê rakirin ku metirsiya wan ne tenê li ser herêmê bû, lê li ser hemû cîhanê metirsiyek hebû. Piştî vê berxwedanê herêm bi hemû pêkhateyên xwe di aramiyekê de djiyan û sîstema xwe ya Rêveberiya Xweser ava kirin. Di vê sîstemê deher kes bi çand û zimanê xwe azadiya xwe dijiya, lê ev nehat hesabê dewleta tirk. Ji ber wê di 9’Ctmehê de Artêşa Tirk û komên DAIŞ û El-Nusra êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û xeteriyek mezin li ser zanistê pêk hat, Despêka ku êrîş kir peymangeh û dibistanan hedef girtin û rûxandin.
'Êrîş paşeroja şagirtan winda dike'
Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ û El-Nusra li ser herêmên me bi hezaran koçber bûn, di encam de pêşeroja bi hezaran zarokan jî têk çû. Ji ber ku zarokan revandin û komkojî li ber çavê xwe dîtin, ev jî bandoreke neyînî li ser wna çêkir."
Daxuyanî bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta tirk re na" û "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.







